Kargeha “Wênegiriya Xweriste” wê li Leylan Kafeya Mêrdîn pêk were. Tehsîn Beravî, wênegirê jîngehê kesên eleqedar vedixwîne xebata kargehê ya ji 4 beşan pêkhatiye ku wê li Mêrdînê li Leylan Kafeyê bê kirin.
Di daxuyaniya kargehê de weha hatiye gotin:
“Em di çarçoveya temaya "Li Derve" de, nivîsîna têbinîyan ya li ser deftera xwe didomînin.Em bi vîzoreke ku wêje û dîsîplînên dîtir tîne ba hev, ji bo kargeheke nû dibin mêvanên hogirên xwe yên li Mêrdînê. Tehsin Baravi, yê ku li cîhana jînde û nejînde ya erdnîgarîya me, bi wênegirîya xweristê dadikeve, kesên eleqedar vedixwîne xebata kargehê ya ji 4 beşan pêkhatî ku wê li Mêrdînê li Leylan Kafeyê bê kirin. Bernameya kargehê, di çarçoveya wênegirîyê de, li ser wênegirîya xweristê û amrazên wê; li ser wênegirtina li xweristê ya bi awayê tele û macro; ji awirê wênegirîya xweristê ve li ser parêzgerîya xweristê û ranêzikîyên etîk disekine. Piştî kargehê wê ji bo rojekê gerûgeştek bê kirin û li herêma Zinarê ya li Mêrdînê ku gelek cureyên riwekan lê hene, pratîkên wênegirîya macro bê kirin. Kontenjana kargehê bi deh kesan e. Ji bo beşdarîyê hûn dikarin forma di lînkê de dagirin.”(AY)