Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî bi dersên rojnameger Hatice Kamer, Ferid Demirel û Murat Bayramî bidawî bû.
Atolye BIA û Botan International bi hev re kargeha navborî pêk anîn û dersa pêşiyê di 20ê Sibatê de hate dayîn.
Roja 25ê Sibatê Hatîce Kamer, nûçegîhana BBC Tirkiyê û Dengê Amerîkayê behsa rojnamegeriya çavdêriyan kir. Kamerê di dersa xwe de behsa taybetmendiyên rojnamegeriya çavdêriyan kir û got ku “divê mirov û çîrokên wan di van nûçeyan de hebin.”
Kamer wiha axivî: “Dema hûn çûn cihê nûçeyê divê hûn baş li derûdora xwe binêrin. Çavê xwe divê weke kamerayekê be. Bi mirovan re biaxivin. Li çavê wan binêrin. Dema hûn jidil bin wê ew mirov jî bi we re jidil bin.”
Hatîce Kamerê behsa amadekarî û pêvajoya şopandina nûçeyan jî kir û destnîşan kir ku di nûçegihaniya çavdêriyan de dîrok heye, sînema heye, çîrok heye, sosyolojî heye, edebiyat heye.
Kamerê her weha diyar kir ku ev cure nivîsina nûçeyan di medyaya kurdî û tirkî de zêde nayê dîtin.
Nûçeyên çandî divê çawa werin amadekirin?
Roja 27ê Sibatê edîtorê Ferid Demirel, bianet kurdiyê behsa girîngiya nûçeyên çandî û pêvajoya amadekirina nûçeyên çandî kir.
Demirelî got ku di medyaya kurdî û ya tirkî de girîngiyê zêde nadin van cure nûçeyan, lewma nûçeyên çand û hunerê weke amûrekê tê dîtin. “Ji ber vê nêrînê, beşên taybet ên nûçeyên çand û hunerî di medyaya kurdî de nînin. Her rojnameger dikarin van nûçeyan çêbikin û çêdikin. Lê ji bo vî karî pisporiyek lazim e. Kesê an jî kesa ku bixwaze nûçeyên çand û hunerê çêbikin divê zanyariyên wan ên baş û kûr hebin.”
Ferid Demirelî her weha diyar kir ku di medyaya kurdî de nûçeyên ji cîhanê yên çand û hunerî jî nayên amadekirin. Ev jî kêmasiyek e.
10 pîvanên etîka rojnamegeriyê
Di 28ê Sibatê de rojnameger Murat Bayramî dersa 10 pîvanên etîka rojnamegeriya navnetewî da. Murat Bayramî di dersa xwe de got, ew ê behsa wî tiştî bike ku ka li paşxaneya nûçeyekê matekamatîkeke çawa heye û di pêvajoya amadekirina nûçeyan de 10 pîvan çawa tên bikar anîn.
10 pîvanên ku Murat Bayramî di dersa xwe de behsa wan kir ev in:
“1-Piştrastkirina agahiyan. 2-Bêalîbûn. 3-Resenbûn/orjînalbûn. 4-Dayina temama agahîyan, nehiştina kêmahîyan. 5-Zelalbûn. 6-Adilbûn. 7-Sînordarkirin û kontrolkirina xwe 8-Mirovparêzî 9-Agahiyên ku dikare hesabê wê bê dayin, bê hesibandin. 10-Bihêzkirina aliyê zeîf/qels.”
Bayramî di dersa xwe de destnîşan kir ku rojnamegeriya navnetewî li gorî van pîvanan nûçeyan amade dikin û diweşînin lê medyaya kurdî û tirkî naxwazin li gorî vî kalibî nûçeyan çêbikin.
Murat Bayramî diyar kir ku sê pîvanên destpêkê ji bo peydakirina agahîyên ji bo nûçeyan e, pîvanên çar, pênc û şeşê pîvanên ji bo amadekirina nûçeyan e û pîvanên heft, heşt, neh û 10ê ji bo mafên bîner, xwendevan û guhdaran e.
Bayramî her weha got ku welat û ziman çi dibe bila bibe ev pîvan kêm zêde li hemû medyaya navnetewî tê bikaranîn.
Kargehê di 20ê Sibatê de destpê kiribû
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî di 20ê Sibatê de bi dersa nûçegîhaniya mafparêz ya Ferid Demirelî dest pê kiribû. Demîrelî behsa wî tiştî kiribû ku bê ka li bianetê û li bianet kurdiyê nûçegîhaniya mafparêz çawa tê kirin. Di heman rojê de rojnameger Safiye Alagaş, Midûra Nûçeyan a JinNewsê behsa nûçegîhaniya jinparêz û tecrubeya JinNewsê kiribû.
Di 21yê Sibatê de rojnameger Mûrat Bayramî jî behsa nûçeyên çîrokên derbarê jiyana mirovan de kiribû.
Di 23ê Sibatê de rojnameger Sertaç Kayarî her weha dersa wêneyên nûçeyan ên mafparêz dabû. (FD)