Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kargeha Hunerê a Queerê a dê perwerdeya şanoyê bide.
Serlêdanên kargeha ku li Karakoya Stenbolê ye destpê kiriye. Perwerdeya şanoya kargehê Can Kuzgun, perwerdeya pêş kamerayê jî dê Goksu Başaran bide.
Başaranê diyar kiriye ku ew ji bo kergehê gelek bi kelecan e û weha gotiye “Ew LGBTÎ+yên ku heta niha rastî cûdakarîyê hatiye û ji bo cûdakarîyê tirsîyane ew di vê kargehê de dê bi rehetî perwerdeya xwe bigirin.” Piştî perwerdeyê ew kesên ku kargeh qedandine em ê bi hev re bi lîstikên hatine nivîsandin ji bo hin bajaran turnayan çêbikin”.
Wê bibe kargehek bê zayend
Goksu Başaranê di derbarê fikrê avakirina kargehê de bi Bianetê re axivî û got:
“Ew LGBTÎ+yên ku bi salan e dixwazin perwerdeya lîstikvanîyê bigirin bi min re dikevin têkilîyan û daxwazên ew kargehên ku tê de rastî cûdakarîyan nayên werin avakirin. Bêguman ew kargehên tê de rastî cûdakarîyan nayên hene lê ji ber ku li her derî rastî cûdakarîyan û nefretê tên hinek fikar hene. Fedîkar tevdigerin û ji bo wê jî ew perwerdeya ku dixwazin nagirin. Di vî pêvajoyê de kesên ji min perwerde dixwastin hebûn ji ber wê jî me xwest em Kargeha Hûnerê a Queerê avabikin.”
"Di dawiya perwerdeyê de ‘plana me ya geştehunerê heye!’ "
Başaranê gotîye derstêrên ewil hatine tomarkirin û di derbarê pêvajoya perwerdeyê de jî wiha axivîye:
“3-4 mehên ewil pêvajoya perwerdeyê mina ku dersên taybet yek bi yek tên dayîn. Piştî perwerdeyê em bi hev re listika şanoyê çêdikin. Em hêvî dikin ku em lîstika xwe bi rîya turneyan bigihîjînin hûnerhezan.”
Başaranê gotîye saetten bernameya perwerdeyê gorî kesên serîlêdan hatiye çêkirin û bibîrxistiye: “Ez tirsa rûbirûbûna cûdakarîyê dizanim, di setan de û li her qadên jîyanê ez jiyam e. Ji bo wê kesên dixwazin pewerdeyê bigire bila kes jê nemîne. Em dizanin ku em dest bidin destên hev tiştên em ser nekevin tine. Em li bendê ne!”
(MÜ/EMK/DD/AY)
* Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye