Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Rognamegeran rapora xwe ya "Bedêla Nûçeyan" ya meha Kanûna Pêşiyê ya 2021ê weşandiye. Komele rapora xwe mehê carekê diweşîne û behsa dadgehkirina rojnamegeran û binpêkirina mafên wan dike. Rojnameger Hayrî Demîr projeyê birêve dibe.
Li gor daneyên ku Hayrî Demirî berkev kirine; ji destpêka meha Kanûna Pêşiyê heta niha 67 rojnameger ji ber 36 dozan li 10 bajaran hatine dadgehkirin.
Di nava mehekê de 67 rojnameger hatine dadgehkirin. Li ser hev ji 412 sal û mehekê heya hezar û 334 sal û mehekê cezayê girtîgehê, 2 jê muebeta girankirî, bi temamî 3 car bi muebeta girankirî xwestine bên cezakirin.
Ji van 6 doz bi dawî bûne. 8 rojnameger bi giştî 14 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hatine cezakirin. 9 meh cezayê li rojnamegerekî/ê hatiye birîn, veguhestine 4 hezar û 500 lîre cezayê pereyan Ji sedî 25ê rojnamegerên hatine darizandin jî beraat kirine.
11 rojnameger desteser kirine
Rojnameger ne tenê hatine dadgehkirin. Li gor raporê, di nav mehekê de herî kêm 11 rojnameger û medyakar hatine desteser kirin. Di derheqê 7 rojnamegeran de jî dozên nû hatine vekirin û di derheqê 3 rojnamegeran de lêpirsînên nû dane destpêkirin. (AÖ/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye