Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Elbîstanê bi temamî hilweşiya ye. Ceyran nîne. Welatî hewl dide bajêr di nava xerabeyan de bicih bihêle. Serjimêriya navçeyê 110 hezar e lê êdî ji sedî 80ê wan li navçeyê nîne. Yên mane jî serî li cihên alîkariyê didin da ku hewcedariyên xwe bicîh bînin.
Yek ji xalên alîkariyê jî Cemxane û Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Veliyî ye. Hundir û derveyê wê qelebalix e. AFADê hema li kêleka wê kon vedane, lê ji ber ku di konan de alavên germ kirinê nîne, kêm kes têde dimînin. Li ber wê şorbe û çay tê belavkirin. Hewa bi roj -5 û bi şev jî -20 derece di bin sifirê de ye . Heta avên ku ji bo alîkariyê li kuçeyan dane ser hev jî qeşa girtine.
Li ber konên ku AFADê li qada valaya li tenişt Cemxaneyê vedane em bi mexdûrekî erdhejê re axivîn. Wî mexdûrî weha got: “Rewş baş nîne. Her der wêran bû, çi tiştek nema. Bazar nema, aliyê Saraykentê nema. Xelk niha koç dikin. 5 roj in Elbîstan vala bû.”
“Mitehît her tim diz in”
Kamber Koçer, ajokarê ambûlansê yê teqawit bûyî ye û di bin xerabeyên mala xwe de bi saxî rizgar bûye. Li ber konên AFADê Koçer jî bi me re axivî û weha got:
"Mitehît her tim diz in. Bi şaredariyan re hevkarî kirin. Dîwar bi xiştên(tûxla) heştane çê kirine, li şûna xercê kirêc bikaranîne . Bi xiştên heştane dîwar çêkirine ha, bi xiştên heştane. Dîwar li ser min, zarokê min û du neviyê min de rûxiya. Şikir ku tiştek nebû.”
Min hemû hebûna da ji bo daîrekî. Mitehît ji min 34 hezar Sterlîn girt û revî çû. Niha li Ingilistanê ye. Ji giriyan çavên min kor bû.”
"Êdî ne dema wê ye ku kesê biaxive bikin girtîgehê. Ez ê biaxivim. Min mirov ji binê xerabeyan derxistin, min alîkariya wan kir, min ew li pişta xwe kirin. Niha ez hewcedar im. Ez nikarim kîloyek sawarê bikirim. Ji bo kîloyek sawarê hatim vir. Ez mazotê peyda nakim, bi pereyê xwe nikarim bikirim. Dewlet têk çûye. Dewlet li ku ye, Silêman Soylu li ku ye?"
“Em di nava paçekê de dê çawa xwe germ bikin”
Li heman cihî welatiyekî din ji me re behsa rewşa xwe kir û got: “ Herdu rojên destpêkê em li derve man. Xaniyên yek qatî hene. Piştî du rojan em çûn wan. Malbat jî di Cemxaneyan de man. Kon û sobe nû hatin. Di konan de sobe hebe jî çi fêde nîne. Her der av û qeşa ye. Em di nava paçekê de dê çawa xwe germ bikin. “Li vir tenê pirsgirêka xanî û germkirinê heye.”
“Cihê mayînê û alavên germkirinê nîne”
Dîsan li herêma ku kon lê vedane em rastî mexdûrekî din hatin û ji me re behsa rewşa kir û got:
“Ez çawa di kon de bimînim. Sobe nîne, nivîn nîne. Di hundirê kon de tu tiştek nîne. Liv ir pirsgirêka xwarin û vexwarinê nîne tenê pirsgirêka cihê mayînê û germkirinê heye.
Em vê carê jî li aliyê Cemxaneyê ne û li wir dayikekê û keça xwe li benda otobusê ne. Keça got: “Em ê biçin Stenbolê bira/xuşka min li wir e. Em ê biçin gel wê/wî.”
Pîrejinê jî behsa pirsgirêkan kir û got: “Ez dibêjim hinek nexweş in, hinek di şînê de ne, hinek di bin kavilan de ne. Wê çi bibe? Em di xaniyekî yek qatî de dimînin. Me bawerî bi xanî neanî. Em diçin Stenbolê, lê nizanim, ger em biçin wir em ê çi bikin, ger bimînin em ê çi bikin?"
Em li heman herêmê rastî xwendekarekî zanîngehê hat û wî jî diyar kir ku ew û malbata xwe li Elbistanê dijîn û got:
"Em hewl didin biçin Enqereyê. Mala me jî ziyan lê ket. Em neçar in ku biçin. Li vir êdî mirov nikare bijî, xeternak e."
“Em nîv mirî û nîv sax in”
Vê carê jî em guh didin mexdûrekî din ku li baxçeyê Cemxaneyê ye:
“Ez bi keçên xwe re dijiyam. Piştî erdheja ewil keçên min çûn Stenbolê, ez li vir mam û çûm gund. Malên me, cihên me, stargehên me têk çûn. Mala min a li vir têk çû. Ez çûm gund. Di erdheja duyemîn de mala min a li gund jî rûxiya. Em li holê man, li kolanan man. Keda me ya bi salan çû, lê dîsa jî canên me rizgar bû. Em ji wî re şikir dikin. Xwedê ji kesên ku alîkarî şandine razî be lê ez ji dewletê re tiştekî nabêjim. Em bûne nîv mirî, nîv sax."
(HA/FD/AY)