Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kanadayê piştî nûçeyên ku arteşa Azerbaycanê di şerê Karabaxê de li dijî Ermenîstanê ÎHAyên Tirkiyeyê bikaraniye, ji bo lêkolînkirina rewşê firotina teknolojiya ÎHAyê di meha Çiriya Pêşiyê de dabû sekinandin.
Azerbaycanê di dema şerê Karabaxê de serketinên xwe yên leşkeri bi ÎHA û navgînên bê mirov yên bi çek(SİHA) di medya civakî de belav kiribû.
Marc Garneaû, Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê aşkere kiriye ku wan destûra firotina navgînên hewayî yên bê mirov(ÎHA) ji bo Tirkiyeyê betal kiriye. Hatiye tespîtkirin ku ÎHA û SÎHA di şerê Karabaxê de hatiye bikaranîn.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Mevlut Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de li gel hevtayê xwe yê Kanadayî dilgiraniya welatê xwe li hember wê biryarê û “helwêsta Kanadayê jibo sînordarkirina warê pîşesaziya berevaniyê gihandiye wî.”
Şîrketa L3HarrisWescam ku şirketeke giring ê teknoljiyayê ye û şaxeke wê li Kanadayê ye, di salên borî de teknolojiya navgînên bê mirov daye Tirkiyeyê.
(PT/AY)