Ji bo nûçeya Tirkî
Giştî yê DBPê Kamûran Yuksek ku hatibû girtin ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê neqlê Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê hat kirin.
Derbarê mijarê de DBP, HDP û HDK daxuyanî dan û girtina Yuksek şermezar kirin.
Kamûran Yuksek, 10ê Gulanê de dema ji Navenda Partiyê derdiket hatibû binçavkirin. Herwiha polêsan li mala Yuksek û Navenda DBPê jî lêgerîn kiribûn. Di encama lêgerînan de polêsan dest danîn ser pirtûkên wî , herwiha wêneyê Abdullah Ocalan, çenteyek û CDya li ofîsa wî jî, ji hêla polêsan ve hatin komkirin.
Parêzerên Yuksek diyar kiribûn ku daxuyaniyên ku wî daye, kirine sedema binçavkirinê.
Li dijî girtina Yuksek de HDP, HDK û DBP bi daxuyaniyên weşandî şermezar kirin.
DBP: Bi tu awayî nayê qebûlkirin
Navenda DBPê ragihand ku girtina Yuksek bi tu awayî nayê qebûl kirin.
Derbarê girtina Hevserokê me yê Giştî de him ji bo sûcê ku lê dikin him jî hewldana ji bo dosyeya derbarê wî de hatiye vekirin bi darê zorê delîldîtin, derxist holê ku rêzika ‘serdestiya hiqûqê’ çawa tê binpêkirin û ew kesên ku vê yekê pêk tînîn bêehlaq in.
Divê rêxistinên mafê mirovan, hêzên demokrasî û pêşvebirinê, saziyên mirovî ên navneteweyî êdî li hemberî şer û jenosîda siyasî ku li dijî gelê kurd tê kirin, dengên xwe bilind bikin. Divê bi pêşengiya NYê de komîsyonên lêkolînê û heyetên serbixwe lêkolînan bikin û ya ku pêk hatiye ji bo dîroka mirovahiyê qeyd bikin.
HDK: Divê demildest bê serbest berdan
Hevberdevkên HDKê Gulistan Kiliç Koçyigit û Ertugrul Kurkçu jî daxwaza kirin ku Kamûran Yuksek serbest were berdan.
"Kamûran Yuksek jî wek Şaredar û birêvebirên DBPê bêyî ti têkiliya wan bi tevgerên tûndkar re hebe ew ji aliyê dozgerî ve hatiye girtin."
HDP: Nikarin serî bi me bidin tewandin
"Yuksek ji ber axaftinên xwe yên li civînên bi gelî re hatiye girtin. Yanî ji ber fikrên xwe hatiye girtin. Girtina wî bi temamî sîyasî ye.’’