Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rayedaran dîyar kiribû ku ew ê pêşiya avê bigirin û dest bi pengandina avê bikin. Paşê dema pengandina vê hatibû paşdedan. Hewildana Zindîhiştina Hesenkeyfê kampanyayeka nû daye dest pê kirin.
Piştgirên kampanyayê dikarin li Change.org-ê daxuyanîya ji bo Hesenkeyfê îmze bike. Di daxuyanîyê de hatiye dîyarkirin ku bi hezaran salan e ku Hesenkeyf bûye warê jiyana mirovan.
Hesenkeyf ji 10 pîvanên UNESCOyê yên ku dîyar dike cihek mîrateya cîhanê ye, li gor 9 pîvanan e.
Hûnermend û stranbêjên navdar piştgirîya kampanyaya ji bo Hesenkeyfê kiriye. Kampanya 11ê Hezîranê hatiye dest pê kirin, heta niho zêdetirî 8 hezar kesan piştgirîya kampanyayê kiriye.
Di daxuyanîyê de hatiye eşkerekirin “hêj nebûyî dereng em li bendê ne aqil û wijdana mirovan pê bihese ka çi çêdibe.
(PT/MB)