Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bijîşkên Sînornenas(MSF) veguhestina cihê Kampa Idomenîyê û bêwarkirina penaberan şermezar kir.
MSFyê nerazîbûna xwe ya ji bo agehdarnekirina penaberan a li ser pêvajoya veguhestinê û astengkirina alîkariyên mirovî dîyar kir.
Li kampê nêzîkî 10 hezar penaber dijîn. Hinek ji niştecihên kampê bi 37 otobêsan hatine birin lê nayê zanîn ka bi kû ve hatine birin.
Koordinatorê, projeya li ser Idomenîyê ya MSFyê Michele Teloranî gotiye: ‘’nayê gotin ka xelk bi kû ve têne birin. Ev yek nayê qebûlkirin. Xelk azad in biryarê li ser cihê ew ê biçinê bidin.’’
Alîkariya ji bo saxlemiyê dê bê dayin?
Telaroyî eşkere kir jiyana li kampan ne jiyaneka mirovane ye.
‘’Ew penaberên li kampa Idomenîyê hemî ji şer û pevçûn li welatên xwe reviyane û hatine lê mixabin li vê derê jî bi şertên xerab dijîn. ‘’
‘’Dermankirina nexweşan dê dom neke’’
MSFyê nexweşên ku her dem hewceyî dermankirinê ne dîyar kirine.
‘’ Ji bo nexweşên nexweşiyên wan ên kronolojîk hene, alhikariya dermandanê dê nekare berdewam bike.’’
MSFyê diyar kiriye rêxistinên sivîl ên dixwazin alîkariyê jî bibin têne astengkirin. (AS/MB)