Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kameraman û bernameçêkerê kanala NRT TVyê Ehmed Elî li ser Çiyayê Pîremegrûnê ya li Herêma Kurdistanê, ji zinaran ketiye xwarê û can daye.
Bûyer di 9ê Nîsanê de pêk hatiye. Elî ji bo amadekirina bernameyekê çûye sere çiyayî.
Berdevkê Hikûmeta Rêveberiya Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talabanî piştî canjidestdana Eliyî peyamên sersaxiyê ji NRTyê û malbata kameramanî re şandine.
Ehmed Elî 45 salî bû û du zarokên wî hene. Wî beşa rojnamegeriyê qedandiye û ji sala 2010an û ver ve li NRTyê kameramantî dikir. (HA/FD)