Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Iranê di 12ê Ilona 2022an de Jîna Mahsa Amînî ku 22 salî bû ji aliye polîsên “exlaqê” ve hatibû qetilkirim. Piştî kuştina Jînayê çalakiyên “jin, jiyan, azadî” yên ku destpê kiribû digel desteserkirin, girtin, darvekirin û gefan didome.
Rojnameger û Nivîskar Kakshar Oremar ji bîanetê re behsa çalakiyên girseyî yên piştî kuştina Jîna Mahsa Emîniyê rûdane, kir.
“Salên berê jî dijberî û nerazîbûn li dijî rejîma îslamî çêbibûn, lê ne biqasî serhildan an jî şoreşa Jîna Emînî a li jêr navê Jin-Jiyan-azadî xwedî rûberekî wiha berfireh bûn. Ew dijberî herêmî û haydariya herêmên din yên Îran ji wan nebû an ger hebû jî zêde reaksyon jêre tunebû. Mînak berî 4 salan jî li dijî girankirina benzînê gel li Tehran û hinek bajarên din serê xwe bilind kirin, lê him rûberê wê kêm bû, him jî di demeke kêm de ew dijberî tepisandin. Bi kuştina Jîna Emînî re ji roja 16.09.2022an pêvajoyeke nû a dijayetîya li dijî rejîma Îranê dest pêkir. Destkefta herî mezina a vê serhildanê berevajî serhildanên din ewe ku encamên bidest ketine careke din ji ji dest naçin. Nirxandina min li ser vê pêvajoyê ewe ku êdî gel ji her alîve westiyane. Yasayên hişk ku bi daxwazên serdemê re lihev nakin û sepandina wan biser jiyana gel da dibine sedema van nakokiyan. Jiyan bi pirsgirêkên cidî di warên aborî, civakî û siyasî de rû bi rû maye.”
Kuştina jinan û rewşa Kurdan
Pishtî serhildana dawiyê li Îranê gûherandinên girîng û dîrokî çêbûne: Rejîmê di hindir û derve de meshrûyeta xwe ji dest da ye. Êdî gel qîmetê nade yasa û gotinên berpirsên rejîmê, pute nadenê û li dijî wan diaxivin û dirûşman didin. Rejîmê vê dest bi kushtina zarokan jî kir û armanca wan ya yekê jî jin û keç bûn. Vê carê bi hovîtiyên ji berê dijwartir êdî kûrahiya dijminatiya di navbera gel û desthilatê da zêdetir bûye. Êdî rejîm bi vê rastiyê hesyaye ku komên etnîkî jî xwedî daxwazên xwe yên dîrokî ne. Di nava wan koman de Kurd weke serkeş an jî rêberên şoreşa Jin-jiyan- azadî têne naskirin. Tirseke mezin ji wan daxwazên Kurdan yên meşrû û dîrokî him ketiye nava dilê birêveberên sîsetema desthilatdar û mixabin hêzên opozîsyon jî ji daxwazên Kurdan ditirsin. Ji ber wê jî gelek xwestin ku ked û rolê Kurdan kêmtir bidin xûyakirin. Hemû gel û di nava wan de bitaybetî jî Kurd û Belûch bi îsrarin ku shoresh û serhildanê berdewam bikin. Temenê komara îslamî bi vê shoreshê re êdî gehishtiya dawiya salên xwe. Sala 2023an weke sala 1956an tê xûyanê ku du salên pishtre rejîma Mihemed Riza Pehlewî têkçû. Rejîm bi hemû hewldanên xwe re kar dike ku pirsgirêkên xwe bi welatên cîran yên weke Erebistana Siûdî re chareser bike û dest bi dan-standinên dîplomatîk li rojhilata navîn kiriye ku ew karê han jî xwedî peyamên taybetî ji civakên nava sinorên Îranê re ye. Di van demên ku ez bersiva pirsên we dinivîsim dewleta Îranê bi îdamên veshartî û jerhrîkirina zarokên kech yên dibistanan dest bi gef û tirsandina xelkê kiriye. Vê yekê jî kirîzeke mezin a civakî-siyasî bi xwe re afirandiye. Gelo çawa mumkine dewlete wiha xwedî îdaa nekarîbe sedebên belavkirina madeyên jehrî di xwendingeh û zanîngehên welatê xwe de peyda neke? Yanî hingî bêşiûrî, apolîtîkbûn û dijberiyên xwe yên li hemberî 85 milyon kesan didin îspatkirin.
Bîlançoya serhildanê
Orema destnîşan kir û weha pêde çû, “Bertek li Kurdistan û Belucistanê pir dijwartir û bi kushtina jin û zarokan re berdewam bû. Heya niha zêdetir 500 kesan hatine kushtin û hezaran kes jî hatine girtin û desteser kirin. Piraniya wan 500 kesan Kurd û Belûc in û pêre jî Kurdistan û Belûcistan zêdetir ji salên berê ketine bi kontrola hêzên êstixbarat û spahê pasdaran. Rêjeya îdamê ji salên berê ducar zêdetir bûye û ji sala 2008an heya niha nêzî 8000 kes hatine îdam kirin. Îdamên ku pirî caran bêlêkolîn û di dadgehên du-sê deqeyî da hatine erê kirin. Raportên rêxistinên mafên mirovan li ser rewsha Îran û Kurdistanê li ber destin û hûn dikarin ji wan jî sûdê bistînin ku bashtir bizanîbin li Îranê chi diqewime û chi cinayet di van 7 mehên derbasbûyî de qewimîne. Rêxistinê weke "Hengaw" jî li Kurdistanê rewşê dişopînin û roj tune ku li ser girtin û kuştina çalakvan û jinên Kurd raporetan belav nekin ku a herî dawiyê li ser girtin xanima dersbêj Ferîba Zendkerîmî ye."
"Li gor min hejamara kuştîyan ji 500 kesan gelek zêdetire, chimkî gelek kes hatine kushtin û wendakirin ku hê jî kes nizane li kûderê hatine veshartin. Hejmara girtiyan jî zêdetirî 23.000 kesan tê mezendekirin. Girtî jî piranî bi zimdanên domdirêj û hinek jî bi îdamê re hatine mehkum kirin ku hukimê gelek ji wan hatiye cî bi cîkirin. Li Kurdistanê di girtîgehên weke Urmiye, Sine û Kirmashanê gelek eks bi awayê veshartî hatine îdamkirin ku ev rewsh hê jî berdewame. Cenazê kuştî û kesên îdamkirî jî bi wê shertê didin xwediyên wan ku ne shîna wan bigirin û ne kes ji merasim û roja veshartina wan agehdar be. Herwiha hejmara kushtîya li wilayetên weke Belûchistanê di bêdengiyê de hatiye hishtin û hejmar tam ne diyare. Kushtina kulberên Kurd û Belûchî berdewame û gel jî li ser daxwazên xwe yên meşrû û xwezayî bi îsrare. Li ser vê pirsê bigiştî dikarim bêjim ku li pişt perdê cinayet û hovîtiyên rejîma îdamê carê gelek dusyayên nedîtî hene ku 100% yê pishtî têkçûna rejîmê bikevin ber ronahiyê. Hingî yê rûberê bêsinor ê cinayetên hivane di 7 mehên derbasbûyî de bêtir eşkere bibe.”
Rewabûna rejîmê nemaye
“Siyaseta Îranê a îro ne di hindir û ne jî li derve xwedî meşrûyet nîne, lê welatên zilhêz tenê berjewendiyên xwe yên aborî li ber chav digirin, guh nadin daxwazên gel. Demokrasî li ba wan tenê di nava peyv û risteyên xweshik da xwedî wate ye. Siyaseta îro a Îranê ewe ku bi chêkirina kirîzên aborî-civakî û carna jî gefên li ser welatên weke bashûrê Kurdustan, Îsrayîl û Azerbayîcanê haydariyan bide gelên Îranê. Li dijî hêzên Kurdan operasyonên leşkerî çêbike û bi vî awayî dixwaze bêje ku em dewleteke bihêz û welatê me bi metirsiyên perçebûnê re rû bi rû maye. Hûn jî dibînin di van du-sê heftiyên derbasbûyî de Reîsê serokomarê Îranê tevî wezîrê derve yên welat (Ebdulahiyan) dest bi gera bo hinek welatên cîran kirine. Ev di rewşekê de ku di hundirî welatê xwe de bi kirîzên cidî di warên aborî, siyasî û civakî re rû bi rû mane. Ew welatên ku bi Îranê re di halê peywedniyan de ne bash agehdarî rewsha Îranê a navxweyî ne, ji ber wê jî zêde rêzê li dîplomatên Îranî nagirin û daxwazên xwe biser wan de ferz dikin. Herî dawiyê awayê pêşwaziya wezîrê derve yê Rusiyê ji Ebdulahiyan yê wezîrê derve yên Îranê balkêş bû. Herwiha Erebistana Siûdî jî bi şertên ji berê de amadekirî daxwaza hevdîtinên dîplomatîk bi dewleta Îranê re pejirandin. Yanî siyaseteke tije sivkatî ku tenê ji bo rojekê zêdetir mayîna li ser desthilatê li Îranê heye. Ji hêla din jî bi zextên navxweyî û nerazîbûnên welatên cîran êdî Îran nikare siyaseta xwe a salên berê di destêwerdana li Sûriyê, Îraq, Lubnan, Erebistan, Yemen û hwd bidomîne.
“2023 wê bibe sala têkçûna dîktatoran”
Di vê qadê de jî rejîma îslamî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû maye. Temê hemû rejîmên ku bi rêbazên dîktatorane desthilata xwe didomînin kurte û hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî yê xwedî bandor bin li ser rewsha rojhilatê Kurdistan û Îranê. Bi ser hev de sala 2023an yê sala avabûna roja desthilata dîktatirên weke Xaminêyî û Erdogan be.(NT/AY)