Şaredariya Farqînê berê hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê li jêr destê qeyûm de bû. Piştî hilbijartinê herêmî li Farqînê Dem Partî bi ser ket û şaredarî li qeyûm stendin.
Hevserokê Şaredarîya Farqînê Kadrî Esen têkildarî xebatên xwe yên li ser ziman û çanda kurdî yên piştî hilbijartina herêmî bi bianet Kurdiyê re axivî.
Hevserokê Şaredariya Farqînê Kadrî Esen di ravekirina heyama 5 mehên piştî hilbijartinê de tekez kir ku ew girîngiyê didin xebatên çand û hunerê û her lêkolîna li ser zimanê kurdî ji aliyê şaredariyê ve tê piştgirîkirin.
Esen bal kişand ser wê yekê ku ew li bajar û şaredariyê bi kurdî diaxive û got, "Ne maf û ne jî hedê tu kesî ye ku kurdî asteng bike''