Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lîstikvan Kadîr Înanirê ku li Ortacaya Mûglayê nexweş ketibû û du roj in li Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê di bin çavdêriyê de ye, emeliyat bûye. Nexwaşxaneyê û lîstikvan Jûlîde Kûralê daxuyanî dane û gotine ku rewşa Kadîr Înanirî baş e.
Daxûyanîya Zaningeha Pamûkkaleyê weha ye:
"Hunermendê me yê hêja Kadîr Înanir ku li Nexweşxaneya Zanîngeha me tê dermankirin piştî êvarê emeliyat bûye. Emeliyata wî serkeftî bûye û dermankirina wî di beşa nexweşên giran de didome.”
Kûral: Înanir xwediyê wê hêzê ye ku dê hemû zihmetiyan derbas bike
Jûlîde Kûralê derbarê rewşa dawî ya hevalê xwe Kadîr Înanirî de peyamek belav kirîye. Kûralê di peyamê de destnîşan kiriye ku ji bo ku kontrola wî ya rojane were kirin ew birine beşa nexweşên giran û weha gotiye, “Wekî ku hûn jî dizanin Kadîr Înanir xwediyê wê hêzê ye ku dê hemû zor û zehmetiyan derbas bike"
Ahmet Kûtlûhan, Rektorê Zanîngeha Pamûkkalêyê û Prof. Dr. Çagdaş Erdogan , doktorê Înanirî duh derbarê rewşa Înanir î de ev zanyariyana belav kiribû:
"Hunermendê me yê mezin Kadîr Înanir hatiye beşa lezgîn a nexweşxaneya me. Bi awayekî bilez testên pêwîst hat kirin û bi pêderka destpêkê ya nexweşiya demar û mejî me ew girt serwîsê. Duh min bixwe serdana wî kir û li ser hişê xwe bû. Me ew jî agahdar kir ku dibe rewşa wî were şopandin. Niha jî em di şopandina rewşa wî de berdewam in.(TP/DD/AY)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye