Fotograf: AA
Joe Biden, namzetê Demokratan weke Serokê nû yê DYAyê hatiye hilbijartin. Biden 36 salan di Senatoya DYAyê de xizmet kiriye û 8 salan cîgirê serokê berê Barack Obama bûye.
Li gor nûçeyên medyaya DYAyê Biden, li beramber Donald Trump, serokê DYAyê û namzetê Komarparêzan bi ser ketetiye.
Encamên dawî hîn bi awayekî fermî nehatine piştrastkirin û renge ew rastî keysên yasayî bibin û derbasî dadgehan bin.
Serkeftina Biden tê piştî wergirtina bêhtirî 170 deng ji 538 dengên desteya hilbijêran.
Trump wê bibe serokê sêyem di 40 salên borî de ku piştî 4 salan, hilbijartinan jidest dide.
Serkeftina Bidenî piştî çend rojan ji hilbijartinên serokayetîya DYAyê, ku proseya hejmartina dengan bi derengî ket, ji ber şandina dengan bi rêya postê û li 6 wîlayetan proseya hejmartinî hîn jî bi temamî bidawî nehatiye.
Biden yê ku di dema wergirtina posta serokatîyê de dê 78salî be, di hewla xwe ya sêyem de bi ser ket, piştî têkçûna ku di hewla kandîdkirina ji aliyê Partiya Demokrat ve di salên 1988 û 2008an de.
Kamala Harîs, senatora wîlayeta Californiayê, dê bibe yekem jin ku di 244 salên dîroka DYAyê de wê weke alîkara serokî kar bike. (FD)
*Çavkanî: dengê amerîka