*Fotograf: Medyaya Civakî /Partiya Demokratan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kongreya Partiya Demokratan di roja xwe ya duyem de bi awayekî online berdewam kiriye.
Di roja duyem de Joe Biden, bi fermî weke berbijêrê Partiya Demokratan hatiye aşkerekirin.
Piştî vê encamê Biden ji mala xwe ya li eyaleta Delaware-ê tevlî malbata xwe spasiya alîgirên xwe kiriye.
Biden di axavtina xwe de wiha gotiye: “Li seranserê welat, keçên biçûk şiyar bin, bi taybetê keçên çermreş, ew ên ku di nav civaka xwe de bi kêm û bê biha tên temaşekirin, şiyar bin ji ber îro bo cara yekem êdî bi awayekî din xwe dibînin, ji ber ji aliyê Serokê Amerîkayê û cîgira wî ve piştgiriyeke tam li wan tê kirin.”
Di roja yekem a kongreyê de Michelle Obama, hevjîna Barack Obama, Serokê kevn ê DYAyê piştgriyia Bidenî kiriye. Di roja duyem de jî Serokên kevn piştgirî dane Bidenî. Yek ji wan jî Bill Clinton bûye.
Clinton: Biden li pêşberî we ranaweste
Bill Clintonî di axavtina xwe de gotiye: “Joe Biden li pêşberî we ranaweste û xwe pêşan bide, çeka pere îmze bike, we bixapîne û ji were bibêje ew pere ji berîka wî ne, wek wêya ku Trump dike, nexêr, Biden karekî dike ku hem kar bi dest te bikeve û hem jî bibî beşek ji pêşketina aboriya Amerîkayê. Tu dizanî eger Trump bo 4 salên din bibe serok çi dibe, bolebolkirina zêdetir, sivikayetiya zêdetir û pozbilindiya zêdetir. Dizanî jî eger Biden serok be çi dibe? Ew tiştên xirab ên Trump baş dike û Amerîkayê radike ser piyan.” (PT/FD)