Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Di êrişa Reinaya Li Stenbol Ortakoyê 11 welatiyên Tirkiyeyê, 24 tûrîst hatin qetilkirin. Nasnameya 4 kesên qetilkirî hêj nediyar e.
Ji 39 kesên qetilkirî 25 mêr, 14 jî jin in.
Ji wan tûrîstan 7 ji Erebîstana Siûdî, 2 ji Hîndîstanî, yek Kanadayî, yek Îsraîlî, 2 Tunusî, 4 Îraqî, 2 Libnanî û yek jî Belçîkayî bû.
Nasnameya 17 ji wan kesan ku derbarê wan de agahî gihştiye destê me bi vî rengî ye:
Mustafa Sezin Seymen
Di meha Gulanê de nîşanî bû. Li gel destgirtiya xwe çûbû Reinayê.
Wê cenazeyê wî bişînin Surmeneya Trabzonê.
Hatice Koç
Li Reinayê ewlekara taybet bû.
27 salî bû. Zarokeke wê hebû. Hat zanîn ku ew di êrişa li Vodafone Arenayê de ji birîndarbûnê filitiye.
Dê cenazeyê Koç ji hêla malbata wê ve bibin Erdekê.
Yunus Gormek
23 salî bû. Li Reinayê dixebitî. Ji Zanîngeha Yildiz Teknikê nû mezûn bûbû. Heta ku kareke ji xwe re peyda bike, bi awayekî demkî li Reinayê dixebitî.
Mustafa Kaya
32 salî bû. Li fîrmaya gumrukê weke muşawurê malî dixebitî.
Cenazeyê wî birine Kastamonuyê.
Jalal Ehmed Ebbas
Ji Îraqê bû. Li Zanîngeha Kemerburgazê xwendekarê beşa avahîsaziyê bû.
Zanîngehê daxuyand ku wê ji bo Ebbas merasîm were lidarxistin.
Haykal Mousallem
32 salî bû. Ji Libnanê ye û karmendê banqeyê bû.
Malbata wî piştî ku di nav birîndaran de kurê xwe nedîtine, çûne Tîpa Edlî û li wir cenazeyê kurê xwe teşhîs kirine.
Hat ragihandin ku nûnerên konsilxaneyê û malbata wî dê îro cenazeyê hilînin.
Kerim Aykil
Ji eslê xwe tirk e, lê welatiyê Belçîkayê ye.
21 salî bû. Li Belçikayê dijiya û ji be betlaneyê hatibû Stenbolê.
Ayhan Arik
Ayhan Arik li şîrketa tûrîzmê ev demek dirêj e ajokartî dikir. Zewîcî bû û 2 zarokên wî hebûn.
Cenazeyê wî li Goristana Yeşilyaylayê hat definkirin.
Fatih Çakmak
35 salî bû. Amîrê ewlekarên taybet bû. Ew jî dema êrişa li ber Vodafone Arenayê pêk hat, li stadê wezîfedar bû.
Birayê wî li ber Tîpa Edlî axivî û wiha got:
“Birayê min kuştin. Ew bi tîwtineyî hate kuştin. Li wir ji bo di quriş pereyan dixebitî. Wî kuştin.”
Kenan Kutluk
Li Reinayê weke garson dixebitî. Zewicî bû. 2 zarokên wî hebû.
Cenazeyê wî piştî merasîma li cemgehê şandin navçeya Zaraya Sêwazê.
Leanne Nasser
18 salî bû. Ji Îsraîlê bû. Ligel 3 hevalên xwe ji bo betlaneyê hatibûn Stenbolê.
Kuştina Nasserê ji hêla Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ve hat daxuyandin.
Elias Wardini
25 salî bû. Ji Libnanê ye.
Ligel destgirtiya xwe ve çûbûn Reinayê ku serê salê pîroz bikin.
Rita Şami
26 salî bû. Ji Libnanê ye.
Mesut Gurbuz
28 salî bû. Ligel hevalên xwe, ji Almanyayê hatibûn Stenbolê.
Wê cenazeyê wî bişînin Sêwazê.
Abis Rizvi
50 salî bû. Derhêrê Hindistanî bû.
Zewicî bû 2 zarokên wî hebûn.
Khushi Shah
Ew jî welatiya Hindistanê bû.
Wezîra Karên Derve ya Hindistanê kuştina Abis Rizvi û Khushi Shah li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyand.
I have a bad news from Turkey. We have lost two Indian nationals in the Istanbul attack. Indian Ambassador is on way to Istanbul. /1
— Sushma Swaraj (@SushmaSwaraj) 1 Ocak 2017
The victims are Mr.Abis Rizvi son of former Rajya Sabha MP and Ms.Khushi Shah from Gujarat. /2
— Sushma Swaraj (@SushmaSwaraj) 1 Ocak 2017
(EKN/BK/YO)