Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan roja 11yê Sibatê sala 2018yê di 3yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke Hevseroka Giştî hat hilbijartin. Di heman kongreyê de Sezaî Temellî weke hevserokê din hat hilbijartin.
Pervîn Bûldan piştî ku hevjînê wê Savaş Bûldan hat revandin û hat kuştin tevlî çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê bû û dest bi têkoşîna mafparêziyê kir. Bûldan wê Jiyana xwe ya siyasî êdî weke Seroka Giştî ya Partiyekê berdewam bike.
Pervîn Bûldan sala 1967ê li Colemêrgê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe li vî bajarê qedandiye.
Piştî ku lîse qedandiye li Îdirê di saziyeke dewletê de weke karmend kar kiriye. Bi kurmamê xwe Savaş Bûldanî re zewiciye û paşê barkirine Stenbolê. Kurê wan ê yekem Nêçirvan sala 1991ê ji dayik bûye.
Kuştina Savaş Bûldanî
Hevjînê wê Savaş Bûldan ku karsaz bû, piştî daxuyaniya serokwezîra demê Tansûr Çîllerê 4ê Çiriya Paşiyê ya 1993yê de got, “Di destê me de lîsteya karmendên Kurd ên ku alîkariya PKKyê dikin heye. Di lîsteyê de bi qasî 60 navan heye. Dewlet çawa ku têkoşînê bi PKKyê re dike wê bi wan kesan re bike ku alîkariya darayî didin PKKyê” hat revandin, hat kuştin, lê kujerên wî nehatin dîtin.
Savaş Bûldan tevlî Adnan Yildirim û Haci Karayî 2yê Hezîranê yê 1994ê ji Otela Çinarê ya Yeşîlyûrta Stenbolê, ji hêla 8 kesên ku xwe weke polîsan dabûn naskirin hatibûn revandin. Laşê Bûldan û hevalên wî 4ê Hezîranê sala 1994ê li kêleka Çemê Melenê ya navçeya Yigilca ya Bolûyê hat dîtin.
Bûldan beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê bûbû
Piştî ku hevjînê Bûldanê tê kuştin beşdarî çalakiyên Dayikên/Mirovên Şemiyê bûbû. Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Kesên ku Xizmên xwe Winda Kirine ava dike û dibe seroka wê.
Di vê demê de ji bo kujerên hevjînê xwe derxe pêşberî dadgehê têkoşîna xwe berdewam dike.
Sala 1999ê di hilbijartinan de li Stenbolê weke namzeta parlamenteriyê ya HADEPê hat nîşandan. Ji ber ku partiya wê benda ji sedî 10ê derbas nekir, nekarîbû bibe parlamenter.
Dîsa sala 2002yê ji hêla DEHAPê ve weke namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê hat nîşandan lê ji ber ku partiya wê benda hilbijartinê derbas nekir, nebû parlamenter.
Sala 2005ê ji hêla saziyeke jinan a Swîsreyê weke namzeta Xelata Aştiyê ya Nobelê hat nîşandan.
Di heyeta Îmraliyê de cî girtibû
Pervîn Bûldan û Ahmet Turk Serokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê, Ayla Akat Ata Parlamentera Êlihê ya BDPyê 3yê Kanûna Paşiyê ya 2013yê bi awayekî fermî bi Abdûllah Ocalan Serokê PKKyê re li Îmraliyê dicivin û bi awayekî aktîf di Pêvajoya Çareseriyê de cî girtiye.
23yê Sibatê ya 2013yê tevlî Sirri Sureyya Onder û Altan Tanî di nava koma bi navê “Heyeta Îmraliyê” de cî girtiye.
21yê Adarê ya 2015yê li Amedê nameya Newrozê ya Abdûllah Ocalanî bi Kurdî xwendibû. Sirri Sureyya Onderî jî heman name bi Tirkî xwendibû.
Di serdema 23, 24, 25 û 26ê weke Parlamentera Îdirê ya HDPyê hat hilbijartin. Bûldan Wekîla Serokê Meclîsê ye.
Demekê desteserkirî mabû
Pevrîn Bûldan herî dawî 17yê Hezîranê ya sala 2017yê li Amedê hatibû desteserkirin; roja piştî wê serbest bûbû. Bûldan di çarçoveya wê lêpirsînê de hatibû desteserkirin ku sala 2009ê li Agiriyê piştî hilbijartinên herêmî di çalakiya protestoyî de û sala 2011yê dîsa li Agiriyê di bernameyên 8ê Adarê û Newrozê de axivî bû û Serdozgeriya Komarî ya Agiriyê lêpirsîn dabû dest pê kirin. (HK/FD)