Fotograf: Vedat Örüç
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kon û çadirên naylonî yên şîn û spî li kêleka çem hatine danîn. Ji dûr ve weke xirbeyekî xuya dike. Lê li vir karkerên penaber ên sûriyeyî ji bo debara xwe bikin, hewl didin bijîn. Fatma Ezu yek ji van penaberan e. Di zeviyan de paletiyê dike. Him weke jinekê him jî weke paleyekê du karên cida li ser milê jî ye. Fatma Ezuyê vê rewşa xwe bi van gotinan ji me re vegot: “Em ne tenê di zeviyan de, li malê jî kar dikin. Hemî malbat di zeviyan de dixebitin, lê dema ku em têne konan, xwedîkirina zarokan û karên malê her gav li ser milên me ne. Ango, yên ku herî zêde dixebitin jin in lê heqdestê wan kêmtir e.”
Paleyên çandiniyê yên demsalî di meha Nîsanê de ji bo kar diçin Çukurovayê û heta Çiriya Pêşiyê li wir dimînin. Paşê jî vedigerin malên xwe. Lêbelê karkerên penaber ên Sûriyeyê ku ji ber şerî nikarin vegerin welatên xwe, tevahiya salê li wir di nava şertên zehmet de dimînin. Penaberên Sûriyeyî yên ji bo kar hatine Mersînê, ji ber ku gel naxwazin li navenda bajên bimînin, li derdora zeviyan ji xwe re kon vedane û kampek ava kirine.
Ev der ji bo jiyanê ne cihekî guncav e
Li Tarsûsê, navçeya Mêrsînê kampên penaberan hene. Yek ji wan jî li gundê Aliefendiogluyê ye. Ji dûr ve ev wargeha penaberan a biçûka ji sedan konan ava bûye dişibe wargeheke kavilbûyî. Lêbelê, dema ku em nêzik dibin, em fam dikin ku li van konan bi dehan malbatên penaber bi zarokên xwe dijîn.
Ev konên naylonî yên bi derfetên kêm çêbûne, ji bo malbateke biçûk jî têrê nakin. Ji ber ji çemê ava wê zêde dibe yan jî ji ber ba û bahoza zivistanê biparêzin konên xwe bi heriyê seyandine. Lê wisa ew kon li ber ba û bahozê wê nikaribin li ser lingan bisekinin. Her weha destşo û serşokên wan jî nînin. Li hin deveran li kêleka çemî destşoyên mobil çêkirine. Lê ji hêla hijyenî ve rewşa wan jî nebaş e û ne zêde bikêr in. Her weha binesaziya wan jî nîne.
Penaber firaxên xwe yên xwarine û cilên xwe jî di çem de dişon. Bi gotineke din, penaber ava xwe ya paqijiyê jî çemî tînin ku ava destşoyê diherike ser wê. Jin ji bo ava paqijiyê diçin gund û avê bi bîdonan tînin kampê. Şertên paqijiyê li vê derê nîne û ev der ji bo jiyanê ne cihekî guncav e. Li vir ji bo elektrîkê binesazî nîne. Hin kon enerjiya rojê bikar tînin, le piraniya konan ji ber ku elektrîka wan nîne, şevê di tariyê de derbas dikin. Li kêleka konan ji xwe re kûç çêkirine û xwarina xwe li ser vir dipijînin.
“Li vir şerekî din heye”
Ji niştecihên kampê Omer El Fettah, bi qasî yên ji derve ne reşbîn e. Ew wiha behsa jiyana li vê derê dike: “Em ji ber şerê Sûriyeyê neçar man û em reviyan hatin Tirkiyeyê. Lê li vir ji şerekî din heye. Em nikarin li vir bi rêkûpêk bijîn. Bi rastî jî zehmet e ku mirov di konan de bijî. Weke hûn her gav li ser agirî bin. Em nikarin êvaran ji ber kêzikan û mişkan razên. Çend caran maran zarok gez kirin. Em bi berdewamî di pîsîtiyê de ne, xwarina me her gav xera dibe, ji ber ku sarincokên me nînin. Zivistanê zehmetir e û kon pir sar in. Em car caran nikarin sotemeniyê bibînin ku sobeyê pêxin. Carinan konên me ji ber sobeyan dişewitin, ji ber vê yekê ewlehiya me ya jiyanê nîne. Ava me ya germ bi gelemperî nîne, carinan em bi ava sar xwe dişon. Pir caran, em nexweş dibin.
“Em li serşokê jî bişon lê em fam nakin ku em paqij bûne an na. Li Binê brandaya qumaş û li ser axê hemî devera me dibe xwelî û herî. Ji ber ku mirovên li vir sûriyeyiyan naxwazin, kes xaniyekî bikirê nade me. Kirê jî pir bihane. Heger ku em bixwazin xaniyekî kirê bikin jî, em bi 80 lîreyî zorê debara xwe dikin. Ya rastî zarok têr naxwin û ew pir caran birçî ne. Yanê dema em xanî bigirin wê şertên me zehmetir bibe, lê qe nebe em dikarin li vir xwe têr bikin.”
“Her gavê me veder dikin”
Paleyên sûriyeyî, bi sedema ku bi pereyên kêmtir kar dikin karkerên din wan tawanbar dikin û weke ku li pêşiya karkirina wan dibin asteng li wan dinêrin. Emir Ezu, penaberekî sûriyeyî, wiha behsa vê tawanbariyê dike: “Ji ber ku em li vir debara xwe bikin em tenê dikarin li zeviyan bixebitin. Ji ber vê yekê karsaz ji me sûd werdigirin û me bi mehaneyên kêmtir didin karkirin. Rojê em 80 lîreyî qezenc dikin û ev pir hindik e. Malbateke mezin zor e bi vê mehaneyê debara xwe bike. Em jî naxwazin bi vê mehaneyê bixebitin, lê em neçar in. Ji ber vê yekê, karkerên li vir me naxwazin, ji ber ku ew bêkar in. Ji ber ku ew me naxwazin bi berdewamî ve veder dikin. Û ev tişt pirsgirêkên me girantir dikin.”
“Yên ku herî zêde dixebitin jin in lê heqdestê wan kêmtir e”
Paleyên jin ji ber ku digel herî zêde kar dikin lê heqdestê wan ji yên herkesî kêmtir e gazindan dikin. Jin li gelkarên zeviyê di heman demê de li konan jî karûbarên malan dikin. Karên malê yên wekî anîna avê, pijandin û çêkirina nan û xwarinê ji jinan tê xwestin. Fatma Ezu ya ku 3 sal berê hatiye Tarsusê û bi zarokên xwe re di karê çandiniyê de dixebite, rewşa xwe wiha vegot: “Jiyana konan ji bo jinan pir giran e. Jin ne tenê li qadê di heman demê de di konan de jî karê herî giran li ser milê wan e.
Ji ber ku em di zeviyê de di karên siviktir de dixebitin, em ji mêran kêmtir mehaneyan distînin, lê carinan em karê mêran dikin, dîsa mehaneyên kêmtir didin. Em li malê jî karên herî giran dikin. Her gav karên malê yên giran, wekî anîna avê û pijandinê dîsa jin dikin. Bi gotineke din, em ne tenê di zeviyan de, li malê jî kar dikin. Hemî malbat di zeviyê de dixebitin, lê dema ku em têne konan, xwedîkirina zarokan û karên malê her gav li ser pişta me ne. Ango, yên ku herî zêde dixebitin jin in lê heqdestê wan kêmtir e.” (VO/FD)