Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
JinNewsa ku nûçegîhaniyê bi perspektîfa jinan belav dike cara şeşê ye ku rastî astengiya Saziya Teknolojiyên Zanînê û ya Ragihandinê (BTK) hat.
Li gorî biryara BTKyê ya 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê biryara astengkirina malpera jinnews5.comê hatiye standin.
JinNews weşana xwe li ser malpera www.jinnews6.comê berdewam dike.
Derbarê JinNewsê de
25ê Îlonê ya 2017yê dest bi weşanê kir û bi Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Erebî û Ingilîzî nûçeyan belav dikin.
Edîtor û nûçegîhanên jin li JinNewsê kar dikin û nûçeyan bi perspektîfa jinan çêdikin.
15 saziyên çapemeniyê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016yê de di encama KHKyê ya hejmar 675ê de hatibûn girtin ku JINHA yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê bû. Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2016yê de bi heman armancê Rojnameya Şûjinê dest bi weşanê kiribû. Şûjin jî 25ê Tebaxê ya 2017yê bi KHKya hejmar 693yê hatibû girtin. (EA/FD)