Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qaymeqamiya Edremîtê lêkolîn di hesabên Komeleya Parastina Çand û Xwezaya Kazdagiyê kiriye. Qaymeqamiyê bi mahneya hin şaşî di van hesaban de hene, jîngehparêz Suheyla Dogan bi 51 hezar TL cezayê pereyan ceza kiriye.
Komeleyê her weha di dema erdheja Ayvacikê de 100 pêlav ji bo zarokan berhev kiribû û belav kiribû. Qaymeqamiyê bi mahneya ku “li dijî rêgeznameyê ye” giliyê komeleyê kiriye.
Suheyla Doganê diyar kiriye ku li dijî cezayê pereyan serî li Dadweriya Aştî û Cezayan dane û ji bo cezayê qanûnî jî îfadeya xwe dane. (TP/FD)