Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dildarên tevgerên iqlîmê dixwazin bala rêvebirîyên herêmî bikşînin ser problemên iqlîmê. Ji bo wê jî dê dildar 8ê Îlonê li parqan, meydanan û kolanan bicivin.
Wê dildar ji rêvebirîyan bixwazin ku li hemberî van pirsgirêkan çareserîyên mayînde bikin û wê kesên beşdarî çalakîyan bûne agahdar bikin.
Ji xeynî Tirkîyeyê dê li 88 bajar an 748 çalakîyên din jî çêbibin. Dê civîna pilebilind a çalakîyên iqlîma kûreyî di 12-14ê Îlonê de li Kalîfornîyayê bê kirin û wê gelek rêvebirîyên herêmî û sazîyên demokratîk ên girseyî beşdarî civînê bibin. Armanca van çalakîyan ew e ku bala wan rêvebirî û sazîyan bikşînin ser problemên iqlîmê û bi awayekî bilez ji bo bidawîbûna van probleman çareserîyan bibînin.
Çalakîyên li Tirkîyeyê dê li van deran bên kirin:
Li Stenbolê, Parqa Kadıköy Kalamışê, Sarıyer Kilyos û Reşitpaşa. Li Bursayê li Festîvala Nîluferê a Muzîkê. Li İzmirê li cihê bazara Seferihisarê. Li Antalyayê li navenda Kaşê û Geliyê Alakirê. Li Edeneyê Parqa Abidin a hunerê. Li Kırklareli li parqa Yaylayê. Li Eskişehirê qada Odunpazarıyê. Li Ayvalıkê li Navenda çandê a İsmet İnonu û Parqa Altınolukê ya bi navê Antandrosê. Li Çanakkaleyê li plaja gel a Guzelyaliyê û Kazdağları.
Li Enqereyê jî dê di 9ê Îlonê de di saet 17:30an de li amfîya Parqa Anıttepe forumek bê lidarxistin. Di forumê de wê li ser çareserîyan biaxivin û wê bişêwirin ku gelo dikarin daxwaza çi ji wan rêvebirîyan bikin li ser vê mijarê.
(EKN/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî