Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameya Dengê Azad ya Çerkezan/Jînepsa ku 17 salin tê weşandin bang li xwenerên xwe kiriye û gotiye bibin abone.
Rojnameyê ji bo sala 2022an 1000 abonetî ji xwe re kiriye armanc û diyar kiriye ku bi piştgiriya ew ê bikaribin êdî rojnameyê weke heftane biweşînin.
Daxuyaniya Jinepsê wiha ye:
“Me ji xwe re armancek diyar kir. Armanceke dilnizm. Me got em di sala 2022an de hejmara aboneyan bigihîne 1000 aboneyan. Hejmara aboneyên ku ji sala 2005an û vir ve em negihaştine wan û gelek weşanên beriya me jî negihaşti...”
“Jineps di nava weşanên periyodik yên Çerkezan de ne ya yekem e û ne jî ew ê ya dawîn be. Em bawerin ku eger weşanek mehane bi pişgirya aboneyên xwe bikaribe bêweşandin ew ê bibe mînakek û dil bide hin kesên din jî.”
Bi rastî hewcedariya Çerkezan ne bi tenê rojnameyek mehane lê bi kovarek mehane an jî bi periyodên 2 meh an 3 mehan, bi radyoyek, hetta bi kanalek TVyê û herweha bi her cûreyên ragihandinê he ye. Dibe ku kampanyaya me bibe minakek û dil bide hin kesan.”
Derbarê rojnameya Jînepsê da
Rojnameya Jînepsê him li Tirkîyeyê him jî li dîasporayê jîyan û pirsgirêkên çerkesan ji xwe re dike mijar. Di 2005an da dest bi weşanê kirîye û mehane ye.
Ji bo malpera înternetê ya rojnameya Jinepsê bitikîne.
Ji bo abonetiyê hûn dikarin forma xwarê da bigirin
https://fonzip.com/jineps/form/abonelik-formu
(RT/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wegerandiye