"Gerstêrka mê, dê ji bo her kesî dîsa kesk bibe."
Françoise d’Eaubonne
Li Tirkiyeyê dengê jinan di têkoşînên ji bo xwezayê de her ku diçe bêtir tê bihîstin. Li pişt vî dengî ne tenê ji bo jîngehê, di heman demê de daxwazek ji bo wekhevî, edalet û mafê jiyanê jî heye. Hevberîna van daxwazan jî ekofemînîzm e.
Li gorî vê ramana ku di salên 1970an de derketiye holê, serdestiya li ser xweza û jinan ji heman pergalan hêzê digire: Patrîyarka, kapîtalîzm û kolonyalîzm. Li Tirkiyeyê, ekofemînîzm ne tenê pêşniyarek têgehî ye; ew dibe şêwazek jiyanê ku li qadan, li gundan, li kon...
Jinek têkoşer: Sevinç Alçiçek
Sevinç Alçiçek yek ji parêzvanên vê şêwaza raman û çalakiyê ye. Alçiçek, li Arhaviyê di pêşengiya berxwedana demdirêj a li dijî projeyên santrala hîdroelektrîkê (HES) de cih girt û piştî vegera ji Stenbolê tevlî têkoşînê bûye. Ew bi mehan di konê berxwedanê de maye, meş organîze kiriye û bi gel re têkiliyeke yek bi yek danî ye. Astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna wê ew bû ku xelkê bajarê ku ew lê mezin bûye ev têkoşîn weke "karê hêzên biyanî" didîtin.
Alçîçekê weha got:
"Ez li Arhavî ji dayik bûm, lê ji min re gotin, 'hûn ji derve hatine.' Min nikarîbû ji xizmê xwe ango cîranê xwe re jî behsa derdê xwe bikira. Ji ber ku ev têkoşîn nasname, ked û ewlehiya mirovan eleqedar dike; lê propagandaya hikûmetê hewl da ku me ji hev cûda bike."

Li gel van hemûyan, Alçiçekê dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Ji bo wê, ev têkoşîn êdî ne ji bo xwezayê ye, ji bo wê ye: "Ez xwezayê naparêzim; ez xwe diparêzim. Ji ber ku her tiştê ku nasnameya min diafirîne di vê erdnîgariyê de ye."
Sevinç Alçiçek diyar kir ku ew ji jiyana xwe dizane ku çima jinên Deryaya Reş di rêza yekemîn a berxwedanê de ne û got: "Bi salan, jinan şûna mêrên ku diçûn xerîbiyê digirtin. Me çandinî dikir, me li ajalan dinêrî, me bindeq berhev dikir. Ên bi xwezayê re rûbirû man em bûn. Niha, dema ku ev xak dikeve xetereyê, ên di destpêkê de radibîn dîsa em in. Ji ber ku zuwabûna çem, qirêjbûna çem tê wê wateyê ku tu nikare ji zarokê xwe re xwarinê bîne.”
Projeya HESê a li Arhaviyê
"Jin di têkoşînê de ciheke girîng digirin."
Dengek din a ekofemînîzmê Suheyla Dogan e. Dogan di sala 2002an de teqawiye bûye û li gundê Nûsratliyê bicih bûye û xwestiye li wir jiyaneke aram derbas bike. Li gel vê xeyala xwe wê xwe di têkoşîna li dijî projeyên kanzaya zêr a li Çiyayên Kazê de dît. Dogan diyar kir û got:
"Dema ku me sondajên yekem dîtin, me fêm kir ku aramiya me di bin gefê de ye. Têkilîdanîna bi jinan re û tevlîkirina wan a di pêvajoyê de hêsantir bû. Ji ber ku yên av hildigirtin, zeytûn kom dikirin û baxçe diçandin ew bûn. Destê ku di nav axê de ye, berî her tiştî gefê hîs dike."

Suheyla Dogan difikire ku hebûna jinan di têkoşîna ekolojîk de ne tenê cudahîyek hejmarî, di heman demê de cudahîyek qualîtîf jî diafirîne: "Jin wêrektir û dilsoztir in. Mêr carinan dikarin bi hêsanî bi pergalê re lihev bikin. Lê gava jin carê bêje 'na', êdî vegera wê nîne. Hebûna jinan di tevgerên herêmî de ne tenê xwezayê, di heman demê de civakê jî diguherîne. Piştî berxwedana li Akbelenê hilbijartina Necla Işikê wekî mixtar delîlek ji bo vê yekê ye."
Xebatê madenê yên li Çiyayên Kazê.
"Bange veguherînê"
Bingeha teorîk a van ezmûnan jî bi nêrîna ekofemînîst a Emet Degirmenciyê ku bi salan e diparêze nêzîkî hev in. Değirmenci li ser vê mijarê di yesilgazete.org û ekoloji.org ê de dinivîse û li dijî nêrîna ku jin û xweza wekhev in hişyariyê dide:
"Ez feraseta ku 'jin ji ber hilberînerî û zarokanîna xwe weke xwezayê ne' rast nabînim. Pirtûka me (Xweza û Jin: Gotûbêjên Femînîst di Veguherîna Ekolojîk de -Doğa ve Kadın: Ekolojik Dönüşümde Feminist Tartışmalar) bi zelalî nêrînên xwe ji determînîzma biyolojîk cuda dike."
Degîrmenci aboriyek alternatîf ji bo serdestiya hevpar a pergala kapîtalîst a li ser jin û xwezayê pêşniyar dike.
Bi van gotinan Degîrmenci ne tenê rexne, di heman demê de bangek ji bo veguherînê jî dike.
Ekofemînîzm di Akademiyê de
Ev deng di akademiyê de jî bersivek dibînin. Tezek masterê bi navê "Ekofemînîzm di Tewereya Femînîzm û Xwezayê de", ku li Zanîngeha Enqereyê tê kirin, aliyên dîrokî, çandî û sosyolojîk ên têkiliya jinan bi xwezayê re li Tirkiyeyê vedikole.
Gotarek bi navê "Têkiliya Jin û Xwezayê di Çarçoveya Ekofeminîzmê de di nava Tirkên Kevnar de" di Dergiparkê de hatiye weşandin. Di vê gotarê de koka têkiliya jin û xwezayê bi mîtolojî û ezmûnên dîrokî ve girê dide. Ev çarçoveya akademîk berxwedana jinek Deryaya Reş bi tora hevgirtinê ya li Çiyayên Kaz re pirek çêdike.
Jin xweza û çandê diparêzin
Ekofemînîzm li Tirkiyeyê êdî ne tenê teoriyek ango nîqaşek akademîk e. Di bêhna jinek de dijî ku di baxçeyek zeytûnan de li Çiyayên Kaz bêhna xwe dide. Ev berxwedan ji gotina "na" wêdetir çûye. Ew bûye şêwazek jiyanê, çandek hevgirtinê û hêviyek ku ber bi pêşerojê ve tê birin.
Ji ber ku ev têkoşîn ne tenê xwezayê, di heman demê de bîr, çand, ked û nasnameyê diparêze. Û jinên ku bi zimanê xwezayê diaxivin vê yekê dikin.
Erzade Yalçıntaş 93 salî ye û li Artvînê li dijî madenê li ber xwe dida. Di Nîsana 2021an de koça dawî kir. Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ekofeminîzm li cîhanê
Ekofeminîzm di salên 1970an de ji aliyê nivîskara Fransî Françoise d'Eaubonne ve bi ramana ku "jin li dijî kedmêjiya xwezayê berpirsiyariyek taybetî hene" derket holê. Ev nêrîn di demek kurt de ji Hindistanê bigire heta Amerîkayê, ji Kenyayê bigire heya Amerîkaya Latîn, gelek têkoşînên herêmî ji xwe re esas girt. Zanyarên wekî Vandana Shiva sînorên ekofeminîzmê bi rêya têkoşînên jinên gundan ên li ser çandinî, tov, ewlehiya xurakê û cihêrengiya biyolojîk berfireh kirin.
Ramana ekofeminîst a li Rojava bi demê re di navbera "ekolojiya kûr" û "femînîzma radîkal" de pireyek ava kir û pirsgirêkên zayenda civakî, nijad, çîn û edaleta jîngehê li vê ramanê zêde kirin. Mînak, tevgera "Green Belt Movement" ku li Kenyayê di bin pêşengiya xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Wangari Maathai de hate destpêkirin û bi çandina daran bû sembola beşdariya jinan di têkoşîna ji bo jîngeh û demokrasiyê de. Îro, gelek tevgerên berxwedana herêmî li dijî krîza avhewayê ya gerdûnî ji hêla jinan ve têne rêvebirin, û ekofeminîzm bûye navek hevpar ji bo vê têkoşînê.
(EMK/AY)







