Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên jin ên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) bi belavkirina daxuyaniyeke çapemeniyê işkenceya li Sevîl Rojbîn Çetînê hatiye kirin, protesto kirine.
Em bi têkoşîna xwe li gel Rojbînê ne
Di daxuyaniyê de weha hatiye got in:
“Em dibînin ku polîtîkayên zext û çewisandinê yên li ser aktîvîst û siyasetmedarên jin berdewam in. Bi zext û zordariyan dixwazin rê li demokrasiyê û mafên mirovan bigirin û bi heman şêwazî dixwazin derbeyê li têkoşîna jinan bidin û bi çewisînin. Dixwazin di dema desteserkirinên fermî û nefermî de îşkencekirinê asayî bikin. Lêbelê îşkence sûceke li dijî mirovayetiyê ye. Sevîl Rojbîn Çetîn ne bi tenê ye, em bi têkoşîna xwe li gel wê ne.”
Her weha jinên mafparêz bang li saziyên têkildarî maf û Komîsyona Lekolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê kirine û gotine, em dixwazin bila bi me re li dijî van sûcên ne mirovane dengê xwe bilind bikin.
Çi bûbû?
Di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de polîsan bi ser avahiya KCDê de girtibûn. Serdozgeriya Komarî ya Amedê li gor zanyarî û belgeyên wê demê hatiye bidestxistin li ser KCDê lêpirsînek daye destpêkirin, Di çarçoveya wê lêpirsînê de di serdegirtinên 26 Hezîranê de biryara girtina 64 kesan hatibû stendin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Amed, Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êİih û Wanê bi ser malan de girtibûn. 43 kes hatibûn desteserkirin ku Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Naşîde Toprak, Hevseroka Farqînê, rêveber û endamên KCD, HDP, Komeleya Jinan a Rosayê, DBP û hin sendîkayan û parêzer di nav de bûn.
Rojbîn Çetîn jî di nav wan kesên ku hatibûn desteserkirin de bû. Rojbîn Çetîn di mala xwe de hatibû desteserkirin. Di dema desteserkirinê de di mala wê de bi kûçikan işkence lê kiribûn. Parêzerê wê wêneyên işkenceyê kişandibû. Piştre ji bo îfadedayînê bang li parêzerê wê jî kiribûn. (EMK/AY/FD)