Jinên feminîst yên li Stenbolê ji bo piştgiriyê bidin mafparêza girtî Nîmet Tanrikûlûyê kom dibin.
Bi mebesta ku nameyan ji Tanrikûlûyê re bişîne, jinên feminîst wê di saet 11.00ê roja Şemiya 21ê Kanûna Pêşiyê de li pêş Postexaneya Şîşliyê kom bibin.
D 26ê Mijdarê de Nîmet Tanrikûlû li mala wê ew desteserkirin û birin Enqereyê. Piştî çar rojan desteserkirî ma bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” hatibû girtin.
Jinên femînîst destnîşan kirin ku pirsên ji Tanrikûlû re hatine kirin, li ser parêzvaniya wê ya mafên mirovan û hewldanên wê yên bi salan ji bo têkoşîna aştiyê ya jinan e û ev sûc bêbingeh in.
Femînîstan di daxuyaniya xwe de gotin, “Nimet hevala me ye, em wê bi tenê nahêlin. "Em jin hemû wê bi hev re jê re qert bişînin," û banga hevgirtinê kir.
Jinan destnîşan kirin ku ew ê bi şandina kartên piştgiriyê daxwaza azadiya Nîmet Tanrikûlûyê bikin.
Navnîşana Nîmet Tanrikûlûyê: Girtîgeha Girtî a Jinan a Sîncanê ya F-3 ya Enqereyê.
(EMK/AY)