Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Jin ji bo ku karibin ajokariyê bikin li Erebistana Siudiyê bi salane têkoşîn didan meşandin. Jinên Siûdiyê wê ji Hezîrana 2018yê û pê de karibin destûrnameya ajokariyê bistînin.
Televizyona dewletê roja sêşemê aşkere kir ku Salman bîn Abdulazîz el Siûd Şahê Siûdiyê ji bo jin karibin ajokariyê bikin biryarnameyek belav kiriye.
Piştî biryar hat aşkerekirin Manal el-Şerîf jina ku bi salane ji bo mafê ajokariyê bidest bixe li ser Twitterê got, “Erebistana Siûdiyê êdî wê qet nebe weke berê. Baran bi dilopekî destpê dike”.
Jinên Siûdiyê ji sala 2011yê û vir ve ji bo mafê ajokariyê bidest bixin kampanya lidar dixistin. Fotografên xwe li ser medyaya civakî parve dikirin ku di dema ajotina wesayitan de kişandibûn.
Jinan ji jinên hemû cîhanê xwestibûn ku biçin ber konsolosxaneyên Erebistana Siûdiyê û li qorneyên wesayitan bidin û fotografên xwe li ser medyaya civakî parve bikin. Kampanya ji hêla gelek kesan ve bi erênî hatibû pêşwazîkirin û beşdariyeke mezin çêbibû. 47 jin ji ber vê çalakiyê li Siûdiyê hatibûn girtin û cezakirin. (ÇT/FD)