Fotograf: AA
Li Afganistanê komeke jinan ji bo mafê wan ê perwerdeyê û karkirinê neyê astengkirin "protestoyeke bêdeng" li dar xistine.
Wezareta Perwerdeyê ya Afganistanê çend roj berê diyar kiribû ku di dibistanan de bi tenê xwendekarên kur wê werin perwerdekirin û behsa perwerdeya xwendekarên keç nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, li paytext Kabulê bi qasî 15 jin li pêşberî Wezareta Perwerdeyê kom bûne, devê xwe bant kirine û bi dowîzên di dest xwe de çalakiyeke protestoyî ya bêdeng pêk anîne.
Di çalakiyê de jinan Wezareta Perwerdeyê protesto kirine. Jinan li ser dowîzan "Ders û sparteka min ji min nestîne", "Mafê perwerdeyê yê ku dîn daye ji jinan nestînin", "Bi ser keçan da girtina deriyê perwerdeyê, dê wan hebsî cehaleteke tarî bike", "Xwestina zanistê li ser jin û mêran ferz e", "Jin divê biçin dibistanê" nivîsîne.
Farah Mistefawiyê ku protesto organîze kiriye, gotiye, ew ji bo mafê perwerdeyê û yê xebatê kom bûne: "Li gorî rêziknameya nû ya perwerdeyê keç dikarin bi tenê heta pola 6emîn perwerdeyê bistînin. Ji xeynî vê, ciyên ku jin dikarin bixebitin hatin girtin. Sitandina perwerdeyê, mafê jinan ê şerî û medenî ye. Ne Îslamê û ne jî Xwedê ev maf ji me sitand."
Hêzên Talîbanê piştî demekê hatine û çalakiya jinan bidawî kirine. (FD)