Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ji bo 20 zanîngehan rektor wezîfedar kiriye.
Li gorî biryarên tayînkirinê yên di Rojnameya Fermî de hatine weşandin, ji rektorên ku di biryarê de cih girtine tenê yek jin e. Ew jî Prof. Dr. Rana Kîbar e ku ji bo Rektoriya Zanîngeha Celal Bayara Manîsayê hatiye tayînkirin.
Parlamenterê berê yê AKPê yê Enqereyê, Alîkarê Serokê Komê û Alîkarê Serokê Meclîsê Nacî Bostancî jî weke Rektorê Zanîngeha Hacî Bayram Velî ya Enqereyê hatiye tayînkirin.
18 rektorên din ên hatine wezîfedarkirin jî wiha ne:
Ji bo Zanîngeha Semsûrêê Prof. Dr. Mehmet Kelleş, Zanîngeha Aksarayê Prof. Dr. Alpay Arıbaş, Zanîngeha Alaaddin Keykubat a Alanyayê Prof. Dr. Kenan Ahmet Turkdogan, Zanîngeha Amasyayê Prof. Dr. Ahmet Hakkî Turabî, Zanîngeha Yildirim Beyazît a Enqereyê Prof. Dr. Alî Cengîz Koseoglû, Zanîngeha Gîresûnê Prof. Dr. Yilmaz Can, Zanîngeha Hîtîtê Prof. Dr. Alî Osman Ozturk, Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Osman Bulent Zulfikar, Zanîngeha Karabukê Prof. Dr. Fatîh Kirişik. Zanîngeha Kastamonuyê Prof. Dr. Ahmet Hamdî Topal, Zanîngeha Kirşehîrê ya Ahi Evran Prof. Dr. Mustafa Kasım Karahocagîl, Zanîngeha Koçê Prof. Dr. Metin Sitti, Zanîngeha Dumlupinara Kutahyayê Prof. Dr. Suleyman Kızıltoprak, Zanîngeha Orduyê Prof. Dr. Orhan Baş, Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Prof. Dr. Kemalettîn Aydin, Zanîngeha Sînopê Prof. Dr. Şakir Taşdemir, Zanîngeha Suleyman Demirel Prof. Dr. Mehmet Saltan û ji bo Zanîngeha Yozgat Bozokê jî Prof. Dr. Evren Yaşar hatiye tayînkirin.
5 mêrên nû bûne YOKê
Biryara hilbijartina 5 endamên Lijneya Xwendina Bilind (YOK) jî di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye weşandin, Prof. Dr. Hasan Mandal, Prof. Dr. Halît Eyup Ozdemîr, Prof. Dr. Mahmut Ak, Prof. Dr. Îlker Huseyîn Çarikçi û Prof. Dr. Haluk Gorgun wek endamê YOKê hatine hilbijartin.
(AS/AY)