Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi banga Platforma Berxwedana ji bo Jinên Dîlgirtî jin siet 11ê kom bûn û qirkirina Êzidîyan protesto kir.
Jinan diyar kirin ku li hemî derên dinyayê di hema sietê de ew qirkirina Êzidiyan protesto dikin. Jin ji bo protestokirinê li ber deriyê Operaya Sûreyyayê kom bûn. Jin deqîqeyekê ji bo rêzgirtinê sekinîn û wan daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Tirkî xwend.
“Qirkirina jinên Êzidî”
Ayşe Berktayê daxuyanî xwend û eşkere kir ku heta hemî jinên Êzidî yên dîlgirtî azad nebin, ti jin dê ne azad bin.
“Ji bilî ku Êzidî, 3yê Tebaxa 2014ê hatin qirkirin, jinên dîlgirtî wek xenîmetan hatin dîtin. Ew hatin firotin û bi awayekê sîstematîk îstismara zayendî li wan hat kirin bi vî awayî, ev qirkirin herweha qirkirina jinan e.”
Bi kayyûman koça duyem
Berktayê got:
“Piştî fermana Êzidîyan bi deh hezaran êzidî li kampên şaredariyên DBPyî yên li Şirnex, Sêrt, Êlih, Wîranşar û Amedê kom bûn.
“Piştî kayyûm hatîn erkdarkirin wan kamp girtin û xelkên êzidî şandin kampên AFADê. Li gelek kampên AFADê ew di şertên neinsanî de dijîn.”(RK/NV/MB)