Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser bangewaziya Meclisa Jinên Şengalê, li gelek bajaran jin daketin meydanan û Qetlîama Êzdiyan ku du sal ewil ji hêla DAIŞê ve hatibû kirin, bi çalakî û prostestoyên xwe şermezar kirin.
Meclisa Jinên Şengalê bo duyemîn salvegera Qetliama Êzidiyan bangewaziyê li hemû jinên cîhanê kirin ku 3ê Tebaxê bibe ‘Roja Têkoşîna Li Hemberî Qirkirina Jinan û Jenosîdê ya Navneteweyî’.
Di çarçoveya wê bangewaziyê de li gelek bajarên Tirkiyeyê li dijî wê qetlîama ku DAIŞê pêk anîbû di saet 11:00an de çalakiyên hemdemî hatin lidarxistin.
Li gorî agahiyên JINHAyê li Stenbol, Êlih, Riha, Dîlok, Mêrsîn, Edene, Wan, Sêrt, Enqere, Colemêrg û Amedê çalakî hatin lidarxistin, Qetlîama Êzdiyan hatin şermezarkirin û hat xwestin ku 3ê Tebaxê bi bibe ‘Roja Têkoşîna Li Hemberî Qirkirina Jinan û Jenosîdê ya Navneteweyî’.
‘Zêdetirê 3 hezar jinên êzidî hê jî destê DAIŞê de ne’
Di wê bangewaziya Meclisa Jinên Şengalê de hatibû ragihandin ku di wê êrişên DAIŞê de li dijî jinan qirkirinê pêk anîbûn.
Di wê bangewaziyê de wiha hat gotin:
‘Di encama êrişên DAIŞê yên li dijî Şengalê de nêzî 5.000 êzidî hatin qetilkirin. Nêzî 200.000 êzidî karîn birevin û xwe xelaskin. Nêzî 50.000 êzidî ber bi Çiyayên Şengalê ve revîn û xwe spartin çiyê û li dijî tî û birçîbûnê re rû bi rû man.’
‘Di encama êrişên li dijî Şengalê de 5.000 jin û zarokên êzidî hatin revandin. Weke ganîmetê şerê dest danîn ser wan û wan kirin koleyê seksê. Ew jinên ku guhertina ol û baweriyê red kirine rastî îşkenceyan û tecavuzê hatin û di dawiyê de hatin qetilkirin. Ew zarokên dergûş ku li girtîgehên ku lê jinên êzidî hatibûn dîlgirtin de hatibûn dinê, bi darê zorê ji dayîkên wan hatin hilanîn û niha kes nizane ku birine ku derê.’
Gelek jinên êzidî ku hatibûn tecavuzkirin li Çiyayê Şengalê avêtin xwarê û xwe kuştin. Ji bilî jinên ku ji destê DAIŞê reviyane û ji destê wan hatine rizgarkirin, zêdetirê 3.000 jinên êzidî hêjî destê DAIŞê de ne.’
Di wê daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komîsyona Taybet ya NYê di 16ê Hezîrana 2016an de raporeke ragihandiye û di wir de ku yên li Şengalê pêk hatine, weke qirkirina li dijî Êzidiyan e sûcê mirovahiyê hatiye binavkirin û hat xwestin ku berpisyarên wê qetlîamê werin dadkirin.
(NV/YO)