Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêkhateyên Komcivîna Navendên Piştevaniyê û Stargehên Jinan ji bo têkoşîna li dijî tundkariya mêran kampanyayek dane destpêkirin. Jinan ev kampanya bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re ragihandine.
Jinan di daxuyaniya xwe de gotine, saziyên dewletê di dema belavbûna şewbê de ew zanyariyên ku ji bo jinan pêwîst in, bi awayekî berbiçav aşkere nekirine.
Daxuyaniya jinan wiha ye:
“Jin di vê demê de zehmetî kişandine xwe bigihînin wan mafên xwe ku di serî de li gorî Qanûna hejmar 6284ê, yaseyên din, rêzikname û biryarnameyan hatine diyarkirin. Kesên ku divê van mafan pêk bînin, şewb ji xwe re kirine hincet. Rêxistinên din ava Komcivînê de cih digirin bang li dewletê dikin ku bila bala xwe bide tecrubeyên rêxistinên jinan ên serbixwe, li gorî van tecrubeyan planeke çalakiyan û bergiriyan ên bilez û bihûrgilî amade bike û hemû mekanizmayên dewletê û rêveberiyên herêmî li gorî vê planê bixe nava liv û tevgerê.
“Di têkoşîna li dijî tundkariya mêran de muxatabê me ne tenê Wezareta Malbatan, Karî û Xizmetguzariya Civakî ye, her weha di serî de Wezareta Navxweyî û Wezareta Dadê hemû saziyên dewletê ne ku li gorî Peymana Stenbolê divê di nava koordînasyonê de kar bikin. Li Tirkiyeyê dema şewbê di têkoşîna li dijî tundkariya mêran de ji bo dewletê bûye weke ezmûnê. Di vê ezmûnê de berpirsiyariyên dewletê, wezaretan û hemûsaziyên peywendîdar hebûn ku yekê ji wan jî nekarîbûn di ezmûnê de bi ser bikevin. Careke din me fam kir ku çi di demên asayî çi di yên awarte de pêwistî bi polîtîkayeke birêkûpêk heye. Ev polîtîka jî divê li gorî Peymana Stenbolê ya li dijî tundkariya mêran e were pêkanîn.
Rêxistinên jinan ên ku di nava vê kampanyayê de cih digirin ev in
1. 17+ Jinên Elewî
2. Komeleya Mafên Zarok û Jinan – Edene
3. Navenda Piştevaniyê û Komeleya Stargehan (AKDAM) – Edene
4. Platforma Jinan – Semsûr
5. Platforma Jinan – Enqere
6. Kolektîfa Feminîstan – Antalya
7. Navenda Piştevaniya Jinan û Komeleya Piştevaniya Jinan – Antalya
8. Platforma Jinan – Antalya
9. Komeleya Efeyên Jin – Aydin
10. Komeleya Stargeha Jinan a Sokeyê – Aydin
11. Înîsiyatîfa Jinan - Ayvalik
12. Komeleya Piştevaniya Jinan - Bartin
13. Komeleya Jiyanek û Jinekê
14. Komeleya Piştevaniya Jinan - Bodrûm
15. Komeleya Piştevaniya Jinan - Bornova
16. Piştevanî û Çanda Jinan a Evka- 1ê (BEKEV) - Bûca
17. Platforma Jinan - Bûrsa
18. Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundkariyê
19. Komeleya Şopandina Newekheviya Cinsî - CEİD
20. Komeleya Nirxandina Keda Jinan û Navenda Piştevaniyê ya Jinan – Çanakkale (ELDER)
21. Komeleya Çandê ya Jinan Evka -2 - Çigli (ÇEKEV)
22. Demir Leblebi Fanzin
23. Komeleya Piştevaniya Jinan a Deniz Yildizi
24. Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenigunê - Dêrsim
25. Komeleya Jinan a KIBELEyê - Didim
26. Komeleya Piştevaniya Navendî ya Jinan - Edirne (EKAMEDER)
27. Platforma Kombûna Jinan ya Egeyê
28. Ekmek ve Gül
29. Komeleya Jinên Kêmendan - ENG-KAD
30. Erktolia
31. Komeleya Piştevaniya Jinan û Piştevaniyê ya Katreyê - Erzincan
32. Komeleya Jiyana Wekhev - İzmir
33. Koma Xebatên Jinan ên li Malê Kar Dikin
34. Evkad-Edene
35. Komeleya Hunermendên Jin a Navnetewî a Femin-artê
36. Komeleya Piştevaniya Jinan û Piştevaniyê - Fethiye
37. Jinên Aştiyê - Foça
38. Komeleya Jinan a Gunebakan
39. Meclîsa Jinên Pêşverû
40. Komeleya Piştevaniya Jinan a İmeceyê
41. Platforma Jinan a İskenderûn
42. Enstîtuya Feminîstan - Stenbol
43. Platforma Jinan a Çigliyê – Îzmîr
44. Komeleya Piştevaniya Jinan - Îzmîr
45. Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin
46. Weqfa Piştevaniyê ya Jinan
47. Piştevaniya Jinan
48. Kolektîfa Keda Jinan
49. Tevna Piştevaniya Jinan
50. Mafên Mirovan ên Jinan – Komeleya Çareseriyên Nû
51. Jin Bi Hev re Bihêz in - Hatay – Piştevaniya Jinan – Antakya
52. Jin Bi Hev re Bihêz in - Stenbol
53. Jin Bi Hev re Bihêz in - İzmir
54. Rizgariya Jinan
55. Weqfa Piştgiriya Bi Jinan Re - KADAV
56. Kampus Cadıları
57. Komeleya Kaos GLyê
58. Komeleya Piştgiriya Bi jinan – Behra Reş
59. Piştgiriya Jinan a Kirkyamayê
60. KİKAP Trabzon
61. Komeleya Kırmızı Biberê
62. Komeleya Jinan a Kozayê
63. Piştgiriya Jinan a Serbixwe ya Korfezê
64. Meclîsa Jinan a Atakentê - Kuçukçekmece
65. Komeleya Hevalbendiya Jinan a Hevpar - Mêrdîn
66. Platforma Jinan a Şahmaranê – Mêrdîn
67. Komeleya Jinên Serbixwe (BKD) - Mersin
68. Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çatiyê
69. Mor Dayanışma
70. Komeleya Piştgiriya Jinan a Mor Salkımê
71. Mor Sarmaşık
72. Komeleya Jinan a Ked a Min e - Mugla
73. Pişgiriya Jinan - NAR
74. Komeleya Piştgiriya Jinên Vebêrhênar a Taxa Oguzê
75. Komeleya Jinan a Rosayê
76. Platforma Jinan - Sinop
77. Meclîsên Jinan ên Sosyalîst
78. Komeleya Piştgiriya Jinan Jiyangeh – Riha
79. Tevgera Jinén Azad - TJA
80. Komeleya Wekheviya Zayenda Civakî - Tocin
81. Hiqûqa Civakî û Jin
82. Înîsiyatîfa Wekheviyê - Trabzon
83. Weqfa Uçan Süpürgeyê
84. Komeleya Piştgiriyê ya Jinên Penabar a Navnetewî - UGKDD
85. Komeleya Piştgiriya Jinan - Urla
86. Kolektîfa Jinên Xwendekarên Zanîngehan
87. Kooperatîfa Karkirinê, Çandê û Derdorê ya Jinan a Jiyanê - YAKA-KOOP
88. Jinên Demokrat ên Nû
89. Feminîstên Jîngehparêz
90. Forûma Jinan a Yogurtçuyê
91.Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bidarê Zorê Dest Danîne Ser Wan
* Komeleya Jiyana Jinan a Semsûrê, Komeleya Jinan a Keskesorê, Komeleya Banê Jinan a Mûşê, Komeleya Jinan a Mûşê, Komeleya Jinan – Selis û Komeleya Jinan a Wanê jî pêkhateyên heman Komcivînê ne. Lê ji ber ku ev komele di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016an de bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan De ya Hejmar 677ê hatine girtin, navê wan di vê lîsteyê de nehatine nivîsandin.
(EMK/FD)