Ji bo nûçeyan tirkî / ingilîzî bitikîne
Mafparêzan jina trans Esra Ateş li cihê ku hatiye kuştin bi bîr anîye.
Ateş 25ê Tebaxê li Beyoglûya Stenbolê li ber deriyê apartmana ku lê di ma hatibû kuştin.
Duh bi şev li ser banga Nakka LGBTI+yan, hevalên Ateşê û mapfarêz li ber mala wê kom bûne û gotine “Em kujerê Esrayê nas dikin”: “Em dizanin ku kujerê Esrayê û yê du roj berê li Bûrsayê Begum bi îşkenceyê kuştiye, yên ku Hande Kader şewitandine û qetilkirine, kesên bûne sebeba xwekiştuna Eylul Cansinê, yên ku serê Muhammed Wisam Sankarî jê kirine û ew kuştine heman kes in. Em dizanin ku kesên transan dikujin ji sîstema desthilatdar a mêran, a milîtarîst û LGBTI+fobîk derdikevin, li vir tên xwedîkirin û bi hêz dibin, em li hemberî vê sîstemê têdikoşin.”
Çi bûbû?
25ê Tebaxê li navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê mêrekî, qirika Esra Ateş, jina trans jê kiriye û ew kuştiye. Kujer hatiye desteserkirin. Hevalên Ateşê bi saetan li ber qereqolê rawestiyan e. Dadgeha nobedar biryar girtiye ku kujer bi tohmeta talankirin û kuştinê bê girtin.
Kujer di îfadeya xwe de gotiye, “Min nezanî ku mêr e yan jî jin e. Di dema pevşabûna cinsî de fam kiriye ku mêr e.” (ÇT/FD)