Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Jinên Aştîxwaz di çarçoveya hefteya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê de ji bo aştî û çareseriya demokratîk wê di 3ê Îlonê roja şemiyê (sibê) saet 17:00an de li Kadikoyê li ber Operaya Sureyyayê bicivin.
Di metna bangewaziya Jinên Aştîxwaz de wiha hat gotin:
“Em dibin şahid ku li Tirkiyeyê êdî bombekirin, dorpêçkirin, girtin û zextlêkirin tên normalkirin; gelek qetlîam ku herî dawî li Dîlokê hat kirin, nefreta di navbera welatiyan de mezin dibe, bêbawerbûn û temlênekirin û zêdebûna tundiyê êdî derketiye asta herî jor.
“Em weke jin di nav yek salekê de bûne şahidê her cûreyên şerê. Niha jî tankê Tirkiyeyê ji sînor derbas bûye û bi vî awayî rewşa şerê heyî gurtir dibe. Jiyana me di navbera dewletan de bûye mijara bazarkirina hêzên kesên li jor. Di dema hanê de ji her demê zêdetir divê em bêjin ‘ji şer na’.
“Ji bo li dijî normalkirina şer, kuştin, neheqî û bi vî awayî berdewamkirinê re em dengê xwe bilind bikin û dawî wê yekê bînin, em dibêjin aştî û çareseriya demokratîk.”
(NV/YO)