24emîn Meşa Şeva Femînîst, ku di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li Stenbolê hate lidarxistin, îsal dîsa li Taksîmê pêk hat.
Meş bi dirûşmeya "Em ê vê pergalê bi têkoşîna xwe ya femînîst û hevgirtina xwe biguherînin" hate lidarxistin. Jin û LGBTÎ+ çend demjimêr beriya meşê saet 19:30ê êvarê li Kolana Sıraselviler kom bûn.
Di meşê de pankarta bi nivîsa "Rizgariya me di femînîzmê de ye" hate bilindkirin û jin û LGBTÎ+ bi çepik, tilîliyan û dirûşmeyan ber bi Cîhangîrê ve meşiyan.

Li Stenbolê jin li qadan e
Bi hezaran jin û LGBTÎ+ tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên wekî "Em kolanan jî, qadan jî û şevan jî naterikînin", "Jin, jiyan, azadî!" û "Ger jin azad bûna cîhan dê bihejiya" hatin berzkirin; tekezî li ser "serhildana femînîst" li dijî tûndkariya mêran, şer û xizaniyê hate kirin.
🟣Ji 24emîn Meşa Şevê a Feminîst a 8ê Adarê a Stenbol çend dîmen
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 8, 2026
📹@kepenekevrimm pic.twitter.com/KBTUsYn7nF
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî beşdarî meşê bûn.
Meşê saetek dom kir û li ber Parka Otomobîlan a Cîhangîrê meşale hatin pêxistin û daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Komîteya Amadekar ve bi zimanên Tirkî, Kurdî û Erebî hat xwendin.
🟣Daxuyaniya ji bo 24. Meşa Şevê a Feminîst:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 8, 2026
🟣Azadî bi hev re bi rêya hevgirtina feminîst mimkun e
🟣Divê em serî li vê tarîtiyê netewînin, fêrî bêhêviyê nebin an jî pergala ku mêran afirandiye qebûl nekin
📹@kepenekevrimm pic.twitter.com/esHXMpBYVz
Daxuyaniya bi kurdî weha ye:
Îro em li vir ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a 24emîn kom bûne. Wekî ku em her sal, em îsal jî dengê xwe bi coşa xwe, serhildana xwe û piştgiriya xwe bilind dikin.
Bi sedsalan e, mêr bi xebatên jinan ên bêpere jiyaneke rehet û xweş dijîn. Bi baweriyeke ku jin di bin desthilatdariya wan de ne, tundî li jinan dikin û kuştina jinan wekî mafê xwe dibînin.
Her roj em bi şerê ku mêrên daye destpêkirin û wêrankarîya ku wan çêkirîye siyar dibin. Dema ku bombeyên li kêleka me li ser Îranê diteqin, jinên Filistînî li girtîgehên Îsraîlê têne işkencekirin. Li Sûriyê, HTŞ a ku ji aliyê DYA ve tê piştgirîkirin, jinan dikuje. Em temaşe dikin ku hin kes cîhanê talan dikin, ji me didizin û xwe dewlemend dikin.
Lêbelê, em tînîn bîra xwe ku divê em serî li vê tarîtiyê netewînin, fêrî bêhêvîtiyê nebin, an jî pêrgala ku ji aliyê mêrên ve hatiye afirandin qebûl nekin.
Ew hewl didin ku rê li ber gihiştina hormon û mafê jiyanê yê kesên trans bigirin, bi bikaranîna têgînên wekî "sala malbatê", "bêzayendkirinê" û "tevgerên ne li gorî zayendan", di eslê xwe de hewl didin serdestîya mêrên a li ser jinan biparêzin. Ji ber ku ew dizanin ku ev serdestî di bin xeterê de ye, ku hêza femînîzmê ya guherînê xeteryek e.
Ev rewş dê biguhere. Spas ji bo her jinên ku îro li vir e, an jî nikare li vir be, ya ku di jiyana xwe de li dijî baviksalariyê têdikoşe. Spas ji bo piştgiriya me ya femînîst.
Em dibêjin azadiya me di femînîzmê de ye. Azadî bi hev re, bi riya piştgiriya femînîst, mimkun e. Ji ber ku femînîzmê fêrî me kiriye ku mimkun e mirov di nav aştiyê de, bê dijmin, jiyaneke wekhev û adil ava bike.
Bijî tekoşîna me ya femînîst!
(AY)






