Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan de, jin li ser banga Platforma 25ê Mijdarê li Qada Tunelê ya Taksîma Stenbolê dest bi komkirinê kirin.
Tevî biryara qedexeyê ya ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatiye girtin jî, jin ji bo çalakiyê li Qada Tunelê kom dibin.
🟪 Îro 25ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan e. 🟪 Jin li Stenbolê tevî biryara qedexeyê jî berbi Tunela Taksîmê ve diherikin. 🟪 Polîsan hemû rêyên ku berbi Tunelê ve diçin bi barîkatan girtine. #25Mijdare #25KasımKadınaSiddeteHayır #25kasımkadınayönelikşiddetlemücadelegünü 🎥 @kepenekevrimm
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) November 25, 2026
Jin di çarçoveya 25ê Mijdarê de li dijî tundiya li ser jinan, kuştinên jinan û bêcezatiyê ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin tên cem hev.
Ji bo meşa jinan destûr hat dayîn
Piştî ku hat ragihandin destûr hatiye dayîn jin li Qada Tunelê kom bibin, jin bi komî li ser Kolana Meşrûtiyetê dest bi meşê kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî hat Qada Tunelê.
Jin ji bo çalakiya 25ê Mijdarê li Qada Tunelê kom dibin. Li qadê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Li dijî nefretê bijî jiyan" tên berzkirin.
🟣 Meşa 25ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan dest pê kir 🟪 Jin li Taksîmê diruşma “jin jiyan azadî” berz dikin 🎥@kepenekevrimm https://t.co/ealu9fWkMj
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) November 25, 2026
Jin û LGBTÎ+ ber bi Qada Tunelê a Taksîmê diherikin û drûşmên "jin jiyan azadî" berz dikin.
🟪 Îro 25ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan e. 🟪 Li Stenbolê bi hezaran jin û LGBTÎ+ li dijî tûndkariya mêran dimeşin 🎥 @kepenekevrimm https://t.co/NeEAxYw0BK
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) November 25, 2026
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Kezban Konukçu û seroka Şaxa Jinan a Stenbolê ya Partiya NÛyê Hatîce Dursun Sellî jî tevlî meşê bûn.
Piştî meşê jinan daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyaniya Platforma Jinan a 25ê Mijdarê weha ye:
Em li dijî tundiya mêr-dewletê serî hil didin, em ê keseke din winda nekin!
🟪 Li Stenbolê piştî meşa ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. 🎥@kepenekevrimm https://t.co/1XXoxver1q
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) November 25, 2026
Îro 25ê Mijdarê ye, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan e. Di 25ê Mijdareke din de, li dijî polîtîkayên dewletê yên ku her ku diçe dijminaniya jinan mezintir dike; li kolan, mal û kargehan de bi tundiya mêran re rûbirû dimînin em li vir in.
Mêr tundî, tacîz, tecawiz, û lêdana li ser jinan weke mafê xwe dibînin. Kesên LGBT+ ji ber hebûna xwe têne hedefgirtin, rastî tundiya dewletê tên û di her aliyê jiyanê de cudakarî li wan tê kirin. Lêbelê, dewlet sûcdaran bi bêcezatiyê diparêze. Tundiya mêran ji heqaretan bigire heya kuştina jinan vedişêre.
Her roj em bi kuştineke din a jinan şiyar dibin. Jin winda dibin, ji hêla mêrên ku wan gelek caran gilî kirine têne kuştin, û mirina wan bi guman tê nîşandan. Biryarên dûrxistinê û mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên bicîhanîn. Hêzên qanûnê û darazê mêran diparêzin û bi sûcdarên mêr ên tundiyê re hevkariyê dikin. Em vê hevkariyê çawa dizanin? Em vê yekê ji polîsên ku piştî wergirtina rapora tundûtûjiyê, îxbara jinekê nîşanî sûcdar didin dizanin. Em vê yekê ji tora sûc a ku ji hêla Cemîl Koç, polîsê ji kar hatiye derxistin û Ayşe Tokyaz kuştiye, ve hatî damezrandin dizanin! Em vê yekê ji polîsên ku xwişka Ayşe, Esra, tacîz û gef lê xwarin û îfadeya wê ya polîs ji kujer Cemîl Koç re şandin dizanin. Dewlet, ku li şûna jiyana jinan kujerên mêr diparêze, ne tenê temaşevan e, lê di heman demê de hevkarê tundûtûjiya mêran e jî! Em vê hevkariya sûcê qebûl nakin!
Em têkoşîna xwe li dijî tundûtûjiya mêr-dewletê li dijî jinan û kesên LGBTQ+ di binçavkirin û girtîgehan de berfireh dikin. Em rastî êrîşên zayendperest ên wekî lêgerîna tazî û tacîzê di binçavkirinê de tên. Berdana girtiyên nexweş bi şewitandina înfazên girtiyan bi awayekî keyfî tê asteng kirin. Em têkoşîn û piştgiriya xwe li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan berfireh dikin.
Dawî Li Tundiya Mêr-Dewletê
Kesên ku berpirsiyarên parastina jinan ji tundiyê ne, bi vekişîna ji Peymana Stenbolê û hedefgirtina Qanûna 6284’an mekanîzmayên pêşîgirtina tundiyê qels dikin. Ew êrîşî mafên ku me bi têkoşîna xwe bi dest xistiye dikin. Hewldanên sînordarkirina mafê me yê nefeqê, êrîşên li ser mafê me yê mîrateya wekhev, pratîkên ku mafê me yê veqetanê dijwartir dikin, qanûnên pêşniyarkirî yên ku hebûna LGBTQ+’yan krîmînalîze dikin, sînorkirinên li ser pêvajoyên veguherîna zayendî yên kesên trans… Em bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li dijî van hemî êrîşan radiwestin, em maf û jiyana xwe diparêzin!
Mêrên ku jinan dikujin bi bêcezatiyê têne xelat kirin. Daraz jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin ceza dike. Jinên ku dixwazin dev ji mêrên ku bi salan e rastî tundiya wan hatine berdin, ku daxwazên wan ên parastinê tevî serî li hêzên ewlehiyê dane jî hatine redkirin. ji ber ku xwedî li jiyana xwe der tên têne girtin. Dema ku jinên ku ji bo jiyana xwe şer dikin bi tacîz, tecawiz û girtina di binçavan de têne tirsandin, lêpirsînên bi bandor li ser mirinên gumanbar ên jinan nayên kirin. Em dizanin ku her mirina gumanbar a jinekê encama tundiya mêran e. Delîl tên tepeserkirin û lêpirsîn tên derengxistin. Lê em bê westandin dipirsin: Gulistan Doku li ku ye? Çima rastiyên li pişt mirina Rojin Kabaiş nayên eşkerekirin? Çima lêpirsînek bi bandor li ser Aryayê ku ber bi xwekuştinê ve çûye nayê kirin? Çima daxwaza lêpirsîna mirina Poyraz di girtîgehê de hat redkirin?
Li vî welatî qetlîama jinan heye! Lê em nikarin windakirina kesekî din jî tehemûl bikin! Em li dijî tahakkuma di jiyana xwe de, li dijî gefên li ser jiyana xwe serî hil didin! Têkoşîna me ji bo hev e, têkoşîna me ji bo jiyana me ye!
Em ê kesekî din winda nekin
Her ku em her roj xizantir dibin, barê lênêrînê li ser milên me jî ewqas zêde dibe. Laşên me dibin mijara polîtîkayên nifûsê, ji çend zarokên me bigire heya ka em ê çawa zarokan bînin dinyayê. Ew dixwazin jiyana me di nav malbatê de sînordar bikin. Ew dixwazin em di malên ku em lê tundûtûjiyê dibînin û keda me tê îstismarkirin de girtî bimînin. Ew dixwazin ku ji bilî xebata bêpere li malê û bi mûçeyên kêm li cîhê kar, tu bijarteyek me tune be. Kesên trans ji qadên perwerde û kar têne dûrxistin, ji mafên xwe yên kar û xanî têne bêparkirin.
Di bin navê parastina malbatê de, hikûmet kontrola xwe li ser keda me, laşên me, zayendîtî û jiyana me zêde dike. Bi gotinên "Sala Malbatê", "Dehsaliya Malbatê", hewl didin ku jinan di malbatê de sînordar bikin û kesên LGBT+ bixin nav sînorên civakê. Bi hinceta parastina malbat û zarokan, serdegirtinên li komeleyên LGBT+ hatin kirin, û damezrîner û karmendên wan wekî beşek ji operasyona "Malbata Min Ewle ye" hatin girtin. Doz ji bo hilweşandina komeleyan hatin vekirin, serdegirtin li cihan hatin kirin, karkerên seksê hatin binçavkirin, ceza li wan hat birîn û girtin. Gihîştina gelek hesabên medyaya civakî hat astengkirin. Bi tohmetên "exlaqê giştî", "bêedebî" û "fuhûşê", mafên kar û rêxistinî û şert û mercên jiyanê yên gelek kesên LGBTQ+ hatin hedefgirtin.
Li dijî nefretê, bijî jiyan
Pêrgala mêr-serdest bi polîtîkayên xwe yên şer jiyanên me dike armanc. Li bajarên Kurdan, dewlet bi danîna mêrên bi ûnîfoemyan; polîtîkayên şerê taybet li dijî jinan pêk tîne. Çeka dewletê vediguhere tundiya zayendî li dijî jinan. Hemû saziyên giştî, bi awayekî rêxistinkirî, bi sûcdarên tundiyê re hevkariyê dikin, dikevin nav jiyana jinan û bi alîkariya dewletê hemû cureyên tundiya mêran vedişêrin.
Di demekê de ku şer tundiya mêr-dewletê gur dike, çavkaniyên giştî ji bo çek û şer têne veqetandin; çavkanî û mafên civakî yên pêwîst ji bo xizmetên giştî yên ku dê jinan û kesên LGBTQ+ bihêz bikin, têne paşguh kirin. Em budçeyek ji bo jiyanê dixwazin, ne ji bo şer! Daxwaza me zelal e: Çavkaniyên ku ji bo şer û çekan têne veqetandin divê ji bo xizmetên lênêrînê, navendên lênêrîna rojane, karên ewle û mekanîzmayên pêşîgirtina tundiyê yên ku dê jinan bihêz bikin werin veqetandin.
Jin, jiyan, azadi
Me qet şev, kolan û qadan terk nekirine û em ê nehêlin. Em mafên xwe, jiyana xwe û kolanên ku hûn hewl didin ji me re teng bikin diparêzin. Em hêrs û dengê xwe dikin yek; em piştgiriya xwe û têkoşîna xwe xurt dikin. Em li dijî tundiya mêr-dewletê ku jiyana me tehdît dike, serî hil didin!
Bijî piştgiriya jinan, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî!
Platforma Jinan a 25ê Mijdarê
🟪 Li Taksîma Stenbolê di çalakiya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan de pankarta ku li ser “ji Çîgdem Materê re azadî” nivîsandî jî hat hildan 📷@frtysr_ https://t.co/wnAI3hE6tL
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) November 25, 2026
(FY/EMK/AY)







