Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî 20 jinan aşkere kirin ku nivîskar Hasan Alî Toptaşî tacîz û êrîşa zayendî li wan kiriye, hin jinên din jî behsa bûyerên tacîzkirinê ya hin nivîskar û helbestvanan kirine.
Jinan li ser medyaya civakî navê “mêrên tacîzkar, yên mobîngê dikin” li lîsteyekê de kom kirine.
“Hûn ne bi tenê ne”
Jina bi navê Leyla li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsiye: “Jinên dilsoz, ji bo jinên ku mêrên di cîhana wêje, sinema û yên weke wê de tacîz û tundkarî li wan kirine lê ji ber sedemên tên zanîn nikarîbûn vî tiştî bînin ziman û bixwazin van çîrokên xwe parve bikin, me navnîşaneke maîlê vekiriye. Ji niha de gelek maîl ji navnîşana bi navê [email protected]ê re gelek hatine şandin; doktor, nivîskar, akademisyen, rapbêj, fenomen…Jinên dilsoz hûn ne bi tenê ne û hûnê qet bi tenê nebin di vê rêyê de.”
Weşanxaneya Îletişimê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku wan têkiliya xwe bi nivîskar Bora Abdoyî re qut kirine ku nivîskar Asli Tohûmcûyê diyar kiribû ku ew tacîz kiriye. Weşanxaneyê dîsa gotiye ku ew piştgiriya nivîskarên xwe Pelîn Bûzlûk û Asli Tohûmcûyê dikin.
Weşanxaneya Evrenselê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku wan têkiliya xwe bi nivîskar Hasan Alî Toptaşî re qut kiriye.
Sendîkaya Nivhiskaran a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê bang li weşanxaneyan kiriye û gotiye bila ew mêrên tacîzkar werin “cezakirin”. (EMK/FD)