Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bendê ye ku 10emîn Daîreya Şûraya Dewletê piştî danişîna cuda ya 14 û 23ê Hezîranê biryara xwe ya li ser Peymana Stenbolê eşkere bike.
Di danişîna doza ku zêdeyî 15 kesî vekiribû de ku di 28ê Nîsan û 7ê Hezîranê de li Salona Konferansê ya Şûraya Dewletê pêk hatibû, Dozgerê Şûraya Dewletê têkildarî biryara vekişînê daxwaza betalkirina Biryarnameya Serokomariyê kiribû.
Îtîraza 15 kes û saziyan ku Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî di nav de ye, dê sibe (14ê Hezîranê) li Şûraya Dewletê bê nirxandin.
Serlêderên danişîna 14ê Hezîranê ev in:
1- Partiya Karkerên Tirkiyeyê, 2- Sedef Erken, 3- Baroya Îzmîrê, 4- Baroya Trabzonê, 5- Baroya Mêrsînê, 6- Baroya Giresûnê, 7- Baroya Eskişehir, 8- Baroya Bûrdûrê, 9- Baroya Edeneyê, 10- Baroya Manîsayê , 11- Tarim Orkam Sen/KESK, 12- Baroya Uşakê, 13- Baroya Bolûyê, 14- Baroya Hatayê, 15- Meral Akşener. 16-Komeleya Jinên Pêşverû
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne. (EMK/AY)