Li Helebçeya Herêma Kurdistanê jin di rêveberiya şaredarî, qaymeqamtî û zanîngehê de cih digirin.
Jinên di 16ê Adara 1988an da bûn şahidê êrîşa kîmyewî ya Sadam Huseyînê serokê têkçûyî îro li bajêr di payeyên bilind de wezîfedar in.
Şaredara Helebçeyê Kuweystan Ekrem a di nav şaredarên herî serkeftî de navê wê jî heye ji nûçegihanê AAyê re got, li bajêr ji berê ve rêvebiriya jinan hebûye û wiha axivî: "Di sedsala 19emîn da bi serkêşiya Adile Xanimê jinan di rêvebiriya bajêr da cih girtine û vê rêwîtiyê wisa dest pê kiriye. Wê demê Helebçe navçe bû û bi biryara Adile Xanimê navçe bi rê va dihat birin. Ev kevneşopî heta niha jî dewam dike."
Ekremê got ew di sala 1993an da wek karmend ketiye şaredariyê, ev 3 sal in jî şaredara bajêr e û spasiya gelê Helebçeyê kir ku wan ew layîqê vî karî dîtiye.
Ekremê anî ziman mêr rêzê nîşanî jinan didin, dixwazin jin di rêvebiriyê da hebin û wiha got: "Ev bû kevneşopî. Ji ber ku ez rêvebireka jin im, ez tu carî rastî newekheviya jin û mêran hatim."
Der barê karê şaredariyê û malê da jî Ekremê got karên wê yên li şaredariyê tesîrê li ser karên wê yên li malê nake.Qaymeqama Helebçeyê: Ji xwe ya ku divê bibe ev e
Qaymeqama Helebçeyê: Ji xwe ya ku divê bibe ev e
Qaymeqama Helebçeyê Nûhşa Ehmedê jî wiha got: "Aliyê mihafazakar ê Helebceyê rê li ber jinan nagre ku ew di siyaset û rêvebiriyê de cih negrin. Ji xwe ya ku divê bibe ev e."Qaymeqam Ehmedê wiha qala serkeftina wezîfeya xwe kir:
"Ez ji karê xwe hez dikim. Ji mala xwe, mêrê xwe û zarokên xwe jî hez dikim. Ji ber wê jî ji bo ku herdu wezîfeyên xwe jî bê qusûr bikim hewl didim."
Rektora Zanîngeha Helebçeyê Mehabad Ebdullahê jî diyar kir ku ew li Iraqê yekem rektora jin û wiha dewam kir, "Di kirina vê wezîfeya min da du hêman hene. Yek jê li vî bajarî tiştekî dîrokî ye ku jin di rêvebiriyê da cih digrin. Ya duyem jî berpirsiyariya vî karî ye ku min wek jin hildaye ser xwe."
Mehabad Ebdullahê destnîşan kir ku divê di rêvebirinê da zêdetir wezîfeyan bidin jinan û wiha dewam kir, "Min wezîfe nexwestin. Berevajiyê vê wezîfe ji min ra hatin teklîfkirin. Ez wek jin hewl didim ku wezîfeyên xwe bi awayekî herî baş bi cih bînim." (FD)
Nûçe: Türkan Tosun,İbrahim Atmaca/AA