Ji bo nûçeya Tirkî
Vîdeoyên derbarê wekheviya zayenda civakî ku li Tarlabaşiyê ji hêla jinên ciwan ve hatiye kişandin dê 23ê Hezîranê (pêncşem) saet 19:00an de li Navenda Civakî ya Tarlabaşiyê were nîşandan.
Kesên beşdarê şanîdana fîlman bibin wê bikaribin bi jinên ku vîdeoyan kişandine re sohbetê jî bikin.
Laşê min çiqas a min e?
Ozlem Bozkoyuyê (20) di vîdeoya xwe de wan kesên ku bedena jinan li xwe pay dike rexne dike û pirsa ‘Çiqasê bedena min a min e’ dipirse.
Bozkuyuyê derbarê xebata xwe de wiha dibêje: ‘Mebesta min ew ku zêdetirî bala kesan bikişînim ser vê mijarê derbarê rastiya wê yekê de kesan hayîdar bikim.’
Wek Heta Vê Demê
Burcu Sungerê (20) di vîdeoya xwe ya ‘Wek heta vê demê’ ji çavên kesên mêze dikin û tê mêzekirin de mijara destdirêjiya cinsî dixe rojevê. Di vîdeoyê de bûyerên destdirêjiya cinsî yên ku hatine serê jin û lawên ciwan, cih digire.
Sungerê derbarê navê filmê de wiha got: ‘Min navê filmê kir Wek Heta Vê Demê. Ji ber ku bûyerên destdirêjiya cinsî di rojevê de gelek cihên mezin digirin û êdî bi çavekî normal tê dîtin.’
Sungerê wiha got: ‘Em bi ti awayî ti destdirêjiyê qebûl nakin. Ne yê li dijî jina ne jî yên li dijî mêran...’
Jin Team
Mijara belgesela ‘Jin Team’ê ku jî hêla Aşitî Cebe (15) û Yasemin Budak (15) ve hatiye çêkirin; li dijî ferqmeyîliya zayendî avakirina tîma fitbolê ya jinan e.
Di belgesele de tê destnîşankirin ku di nav werzîşê de zayendî nîne û li hemberî avakirina timê bertekên welatiyên li taxê û kelecaniya jinan tê nîşandan.
‘Jon ji yên wekî te re tê gotin’
Gulsume Demirê (20) di vîdeoya xwe ya remîksê de jest û nêrînên destdirêjiyê yên di fîlmên Yeşilçamê berhev kirine û gotinên zayendperest û heqeretên tê de nîşan dide.
Demirê derbarê vîdeoya xwe de wiha got: ‘Me bi salan ji jonan gelek hez kir, eciband û xweziya xwe bi wan anîn. Me dua dikir ku dildarekê/î me yê wisa hebe. Lê di rastiya xwe de ‘jon’ mehsûm nîn e, di gotinê wan de gelek pirsgirêk hene. Di vîdeoya min de gotinên jonan yên zayendperest cih digire.’
‘Bê Menî’
Hilal Takakê (19) di vîdeoya xwe ya ‘Bê Menî’ de derbarê peyva ‘şerm’ê de gelek roportajan kirine û li ser wê mijarê pirsyariyên mezin pêk tîne. Mirov dema behsa peyva ‘şerm’ê dikin, zexta li ser bedena jinê derdikeve holê. Wek mînak ‘sermeha jinan’ di nav civakê de weke tişteke şermî an nexweşî tê bi navkirin û fêmkirin. (YY/YO)