Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Jin li Stenbolê li Sogutluçeşmeyê hatin ba hev û bi pankarta reş meşiyan ku li ser wê “Kî failên tecawizkar ên li Êlihê diparêze?” nivîsandibû. Li Enqereyê jî li Kolana Sakaryayê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayin. Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî li Enqereyê beşdarî çalakiyê bû.
Di çalakiyan de sloganên weke “Tecawiz sûc e kefaleta wî nîne”, “Li Êlihê tecawiz heye”, “Mêr tecawiz dikin, daraz wan diparêze, medya, civak û Êlih bêdeng e”, “Ji Ensarê heta Batmanê tecawizê paqij neke”, “Jin jiyan azadî”, “Laşê zarokan ne qada şer e”, “Laşê jinan ne qada şer e”, “Zarok bêdeng dimînin tu ne bêdeng bî” berz kirin.
Enqere
Li Enqereyê Yûrdagul Çabat li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku ji dehan tecawizkaran tenê 3 kes hatine desteserkirin. Parlamentera HDPê Başaran jî axivî û got, “Em li bende ne ku dewlet daxuyaniyekê bide. Em bang li desthilatdariyê dikin: Dibe ku we saziyên me girtibin, dibe ku we mifte li derîyan xistibin, têkoşîna jinan di nava avahiyan de nameşe, va ye weke îro li kolanan”.
Stenbol
Çalakiya li Stenbolê li navçeya Kadikoyê pêk hat. Jinan li vir kaxizên ku li ser wan “Li Êlihê çi diqewime, kî kesên tecawizî zarokan dike û hevkarên wan ên sûcî diparêze? Nivîsandibûn belav kirin.
Jin li Taxa Kalkedonê jî bi çepikan ve hatin pêşwazîkirin ku ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 70 roj in di greva birçîbûnê de ne li vê qadê greva birçîbûnê ya bidor tê girtin.
Êlih
Li Êlihê çalakî bi bangewaziya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat lidar xistin. Jinan li vir bi pankarta “Li hemberî qîrîna zarokên ku ji Êlihê bilind dibe bêdeng nemînin. Kefaleta tezawicê nîne” meşiyan.
Li ser navê girseyê aktivîsta TJAyê Fatma Kaşan axivî û got, “Heke kes neyê girtin em ê bigihêjin wê encamê ku ev bûyer bi hestiyarî nayê şopandin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re pêkanînên KHKê xistin meriyetê. Bi van pêkanînan re pêşîn li jinan dan. Li hemberî hemû saziyên jinan operasyonên giran hatin kirin û gelek girtin çêbûn. Bi girtina saziyên jinan re xwestin pêşiya van bûyeran vekin. Ji ber ku saziyên jinan bûyerên bi vî awayî lêkolîn dikirin û ev îdia dişopandin. Ji ber wê saziyên jinan hatin girtin”.(ÇT/FD)
* Me ev nûçe ji Gazete Sûjinê berhev kir.