Li paytextê Iraqê Bexdayê di roja pêncemîn a xwepêşandanan da ji Meydana Tehrîrê dengê "hikûmet îstifa" bilind dibe.
Bi hezaran xwepêşandêrên ku ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê daketin qadan, li Meydana Tehrîrê ya li navenda paytextê hatin cem hev.
Xwepêşandaran destnîşan kirin ku ew ê guh nedin qedexeya derketina derva ya bi şev a li Bexdayê û durişmên "Em îro jî heya sibehê li vê derê ne" û "hikûmet îstifa" bilind dikin.
Destûr tune ku derbasî Herêma Kesk bibin
Xwepêşandêr dixwazin ji Meydana Tehrîrê biçin Herêma Kesk ku avahiyên hikûmetê lê ne, lêbelê hêzên ewlekariyê li cem bariyeran midaxale dikin ku xwepêşandêr derbas nebin.
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kirin, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt belav bûn da ji serê cotmehê vir va zêdetirî 200 kesî hatin kuştin, qedera 8 hezar kesî jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Kerbelaya bajarê Iraqê duh êvarê hêzên ewlehiyê midaxaleyî xwepêşandêran kir û 18 kes mirin, ji 800î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Elî Beyatliyê endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Payebilind a Iraqê daxuyaniya nivîskî daye û wiha gotiye:
"Li Kerbelayê ji aktivîst û aliyên ku girêdayî hikûmetê nînin agahî hatin ber destê me û li gor van agahiyan êvara duşemê di xwepêşandanan da 18 kes mirin, ji 800î zêdetir kes jî birîndar bûn."
Hêzên ewlehiyê duh li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran kiribû. Hin dîmenên ku hêzên Iraqê li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran dikin jî li ser medyaya civakî hatibû weşandin.
Waliyê Kerbelayê Nuseyf Tureyhî jî bi fermandarên eskerî yên li Kerbelayê ra civîna çapemeniyê kiribû û îdia kiribû ku li bajêr ji xwepêşandêran kes nemiriye.
Jimara miriyan bûye 92
Li gor daneyên Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Payebilind a Iraqê, li Bexda û bajarên naverast û başûr ji 25ê cotmehê vir va jimara kesên ku di xwepêşandanan da mirin bûye 92.
Li Iraqê hin herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku ji 1êCotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûnê, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin.
(MB)
Çavkanî: İbrahim Atmaca |AA