Kovara Nûbiharê ya 161ê derketiye. Nûbihar ev 30 sal in çap dibe.
Di vê jimarê de Rohat Alakomî li ser çend wêneyên Elî Eşref Begê analîzek nivîsiye. Elî Eşref Begê û bavê xwe Gulî Cewar Axa di artêşa rûsan de general bûne. Alakomî gotiye, ji sala 2012an pê ve ji arşîva rûsan gelek resmên Elî Eşref Begê derketine û ji wan resman meriv gelek agahiyan dîrokî jî hîn dibe.
Abdurrahman Adakî di vê jimarê de li ser Xulaseê Eqîde ya Seyid Ebdullahê Nehrî nivîsiye. Li gor ku Adak dide zanîn, dema di sala 1911an de cara pêşî Kurdîzade Ehmed Ramîz vê Eqîdeyê çap dike, li ser wê navê nivîskar Seyid Ebdullahê Nehrî nenivîsiye. Ev jî bûye sedem ku paşê ev eqîde li ser navê gelek kesên cûda çap bibe.
Di vê jimarê de Mehmet Emin Cirikî li ser terîqeta Qelenderiyê nivîsek nivîsiye. Lokman Polatî kurteçîrokên Rojbîn Özkan "Qenewîçê", Dr. Ömer Uluçay jî romana Receb Dildar "Bêjan" daye nasandin.
Hanifi Taşkin, Sidîq Gorîcan û M. Mûhemmed Gulnar derketine geştê, çûne gundê Çemê Xanê ku li ser Hîzanê ye. Hanifi Taşkin di vê jimarê de ev geşt nivîsiye.
Hevpeyvîna vê jimarê Muaz Çetin bi Yaqûb Karademirî re çêkiriye. Yaqûb Karademir li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kar dike û wî di hevpeyvînê de behsa xebatên xwe û jiyana xwe ya Parîsê kiriye.
Her weha nivîs û çîrokên Abdullah Can, Sabrî Akbel, Zana Şaybak, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroglû Karak, Mûrad Pola, Felat Dilgeş, Ebrû Yilmaz, Dilazad A.R.T, Rêzan Diljen, Memet Çagdavûl û M. Zana Karak di vê jimarê de hatine çapkirin.
Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şirazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabri Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sıtkı Tarancı, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arif, Şaban Şenateş, Raif Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa û Azad Rêbiwar jî şairên vê jimarê ne. (FD)