Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstêkan a Tirkiyeyê (TUİK), li tevahiya Tirkiyeyê di nav kesên ji 15 salî mezintir de jimara kesên bêkar li gor heman meha sala 2018ê milyonek û 21 hezar kes zêde bûye û gihîştiye 4 milyon û 157 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî 3,1 puan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 12,8an.
Bixwîne - Di meha Adarê da, jimara bêkaran 4 milyon û 544 hezar bû
Rêjeya bêkariyê di Gulanê da li gor meha Nîsanê 0,2 puan kêm bûye.
Rêjeya bêkariya ji derveyî cotkariyê li gor texmînan 3,4 puan zêde bûye û derketiye ji sedî 15an.
Di vê mehê de ji kesên emrê wan di navbera 15 û 24an de rêjeya bêkariyê 5,5 zêde bûye û derketiye ji sedî 23,3yan. Dîsa ji kesên emrê wan di navbera 15 û 64an da rêjeya bekariyê 3,2 puan zêde bûye û derketiye ji sedî 13,1ê.
Jimara wan kesên kar jê re hatiye dîtin li gor heman meha 2018ê 152 hezar zêde bûye û gihîştiye 32 milyon û 426 kesan. Rêjeya wan kesên kar jê re hatiye dîtin 1,7 pûanan kêm bûye û bûye ji sedî 52,9.
Rêjeya karkerên ku bi awayekê fermî nehatine qeydkirin 0,7 pûanan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 34,4an. Rêjeya karkerên ji bo çandinîyê kar nakin 0,4 pûanan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 22,8an. (HA/FD)