Jimara 4. ya kovara Barê bi awayekê dîjîtal derketiye. Kovarê sê jimarên xwe yên destpêkê li ser kaxezê derêxistibû.
Kovarê ragihandiye ku êdî kadroya berê dê kovarê dernexe û ji hejmara 5em wêdetir dê Yehya Omerî, Emerîkê Sidîqayê, Welat Ramînazad, Miradê Miradan, Ferec Koyistanî, Îbrahîm Şadman û Rêbîn Mihemed kovarê derbêxe.
Hûn dikarin kovarê bi awayekê dîjîtal bi rêya vê lînkê ji xwe re bar bikin.
Naveroka Kovarê
Pêşgotina edîtorên Barê ev e:
“Ev demeke dirêj e ku Bar ji we dûr e. Wekî her kirde û bireser û tiştokên heyî, kovarek jî ji peywenda civaka xwe dûr nîn e.
Civak çi be, ji tengasiyeke çawa re derbas be, bi reddiye û texeyyulên xwe berhemên wê jî jê tiştinan dihewînin.
Bila derengbûna hejmara 4em jî wisa were hesibandin ji kerema xwe. Ji ser hejmara ewil re çar, ya dawî re sê sal derbas bûn. Kar û bar û berpirsiyariyên me guherîn, her kesî xwe bi awayekî xwezayî bi derd û xemên jiyana rojane re mijûl kirin.
Hin ji me bûn mamoste, hin ji me bi gelemşeyên şexsî re eleqeder bûn, ehd û cehda hinan jî çû ser qedandina zankoyê yan jî dîtina îş û karan bo debara jiyanê. Bi awayekî fîzîkî jî em dûrî hev ketin, her yekî me koçî dereke din kir.
Bêguman ev jî rê li ber girt ku em motîvasyona xwe bidin ser hev. Feqet her çiqas ne bi dilê me be jî bala me hinek ji Bara me ya delal belav bû û kovar bo demekê bi tena serê xwe ma. Nizam bi nezera we çawa ye, lê belê Bar hêj li ber dilê me ezîz e, biçûka malê û derba zêrîn a xortaniya me ye.
Mala we tevan ji nozdeh ciyan ava ku we jî ew ji malê hesiband û hûn li ser ricifîn. Bi saya Barê, me gelek dost û hevalên ezîz nas kirin, çîrokên ecêb seh kirin, ciyên seyr dîtin, govendên saresar girtin li xerîbiyê, ketin nav nîqaş û kêşeyan, cimaet û civatên dilsoz gerandin li metropolan…
Bi kurt û kurmancî, ji karekî xortaniyê re ha baş ha xirab çi bivê ew qewimîn. Em pê serbilind û serfiraz in. Lê belê em aniha li ber şîmika guherînekê ne. Ev hejmar dê bibe hejmara dawî ya qadroya berê. Bes dê Simeya bi lijneya nû re dewam bike.
Ji hejmara 5em wêdetir dê Yehya Omerî, Emerîkê Sidîqayê, Welat Ramînazad, Miradê Miradan, Ferec Koyistanî, Îbrahîm Şadman û Rêbîn Mihemed dê xwe bixin bin vî karî û hîç guman lê tune ku ew ê asta kovarê hey û hey bilindtir bikin.
Birrek tişt hene ku li ser camêrtî û caniktiya rêhevalan bên gotin. Spasiyên ji dil bo hemû cehd û xîreta Berfîn Ayşe Ogut”
Pêşgotina edîtorên nû
"Piştî demeke dirêj kovara Bar dîsa li pêşberî we ye. Demeke dirêj e ev hejmara ku niha li ber destê we ye amade bû, lê belê ji ber çendîn sedeman me nekarî bigihînin ber destên we. Hejmara nû bi helbest, çîrok û nivîsên rengîn mişt e. Hevpeyvîna bi Koçer Bîrkarê ku di 2018an de xelata bîrkariyê ya Fieldsê qezenc kir û rûyê gelê xwe geş kir, yek ji wan suprîzên vê hejmarê ye.
Kovara me li Parîsê xwe gihand Koçerî û derbarê xebat, hobî û hêviyên wî de hevpeyvîneke jidil pê re kir. Helbestkar û wergêrê hêja Kawa Nemir bi du soneyên xwe beşdarî li vê hejmarê kir. Şêxmûs Kurt, Derwêş Sancar û Simeya sê helbestkarên din ên vê hejmara teze ne. Emîn Metîn û Daskan bi wergera helbestên ji zimanê erebî û îngilîzî, Şivan Keleş jî dîsa bi wergera çîrokeke helbestkarê emerîkî Stephen Crane beşdarî li vê hejmarê kirin.
Baha Khan, Mem Arîn, Rehmî Kurdziman, Mehmet Emîn Cîrîk û Mustafa Çelebî bi çîrokên xwe; Yûsiv Hemed, Emerîkê Sidîqayê û Micahîd Işikoğlu bi nivîsên xwe û Ekrem Yildiz bi latînîzekirina çîrokeke Şêrzad Hesenî cih ji xwe re xweş kirin di vê hejmarê de. Her wekî ku Bilal jî amaje pê dike, kadroya Barê guherî û Bar ji vê hejmarê bi şûn de dê bi konsept û naverokeke ji berê cuda berdewam bike. Lew dem diguhere, barhilgir diguherin. Ji kadroya berê Bilal, Tofan, Daskan û Micahîd ji ber kar û barên xwe yên ku nedihiştin ku ew li ser kovarê kûr bibin, xatirê xwe xwestin û barê xwe spartin Emerîkê Sidîqayê, Welat Ramînazad, Miradê Miradan, Ferec Koyistanî, Îbrahîm Şadman û Rêbîn Mihemed.
Mala yên çûn ava ku Bar gihandin ta vê derê. Bi xêr hatin ên nû ku dê heta qonaxeke dûr bi Barê re bin. Bala piraniya van hevalên nû li ser helbest, werger û rexneya helbestê ye, lewre piştî vê hejmarê kovara me dê bi awayekî ku girîngiyê bide helbest û wergera helbestê berdewam be.
Ev yek gelekî girîng e, lew tevî ku li ba me kurdan helbest cûreyê herî zêde tê nivîsîn be jî li Bakur di nav me de nîqaş û weşanên taybet bo helbestê kêm in. Kovar, dê hewl bide ku bibe adresek bo ev cûre nîqaş û nivîsên li ser helbesta kurdî. Her girêdayî vê yekê jî kovar dê di hejmarên nû de hewl bide bi helbest, werger û nivîsên çi rexneyî çi jî danasînî yên li ser helbestan biweşîne. Hevalê me Rêbîn ji Başûr û Îbrahîm jî ji Rojhilatê welêt e û ew dê hewl bidin bi nivîs, werger û hevpeyvînên xwe helbesta li van parçeyan bigihînin me.
Helbet dê deriyê me ji cûreyên din re vekirî be û em ê ruh û giyanê Barê bi awayekî biparêzin." (FD)
Çavkanî: ortadogunews