Jimara mehên Îlon, Çiriya Pêşîyê û Çiriya Paşîyê ya kovara “folklorame” derketîye. Weqfa Mezopotamyayê kovarê derdiêxe û kovar mijarên li ser folklora kurdan diweşîne.
Eşref Keydanî edîtorîya kovarê dike, barê redaksîyonê li ser milên Evîndar Şevînê ye. Di lijneya weşanê de; Celîlê Celîl, Bêrîvan Matyar, Elîf Gunduz, Evîndar Şevîn, Mem Mukrîyanî û Zîya Mukrîyanî hene.
Di nivîsa edîtorîyê de hatiye diyarkirin:
“Di vê hejmarê da heta ji me hat, me fotoyên gundên ku berhevkarên me li wî gundî berhevkarîya keresteya xwe kirine, peyda kirin û di kovarê da bi cih kirin. Ji ber ku bi qasî keresteya ku dane hev, ew cihwarê ku ew kereste lê tê gotin jî giring e. Banga me li tevahî berhevkar û xebatkarên qada folklorê ew e ku heta ji we tê fotoyên zarbêj, alav û amûr, gîya û lawir, gund û navçeyan zêde zêde bikişînin û wan xweşikî qeyd bikin.”
Kê çi nivîsîye?
“Di vê hejmarê da, hûn dê rastî hin xebatên cuda bên. Rênas Xendekî, li ser navê çûkên li Botanê nivîsîye, Mem Mûkrîyanî ketîye pey nav û taybetîyên hin gîyayên Mêrdînê, Mahîr Ugurî jî berê xwe daye navê jin û mêrên Meletîyê. Li gel van berhevkarê dilsoz Oktay Altûnî ji bo we xwîneran xaçepirsa folklorê amade kirîye. Keresteyên ji Panos, Pasûr, Behdînan, Sêrt, Agirî, Erxenî, Colemêrg, Qereyazî, Kercews, Silopya, Farqîn û Cizîrê hatine dê bîra me kûrtir, zanîna me zêdetir bikin. Guh bidin Evdalê Zeynikê ku seh bikin çawa dilorîne li ser qulingî. Sitya Mamê bixwînin û jinxasê nas bikin ku çawa şer dike bi bav û birayê xwe ra ji bo evîna xwe. Heta berfa sor ne, heta berfa vê zivistanê, de bi xatirê we.”
Naveroka kovara Folklorame
Ji Edîtorîyê
Navên kanîyên Çîçika, Bêrîvan Matyar
Şêxigo Malî, Dildar Botî
Çend ser genim çend ser tirî, Gulgenima Bênderê
Navên jin û mêran li Meletîyê, Mahîr Ûgûr
Sitya Mamê, Cemîl Çelîk
Çîrokên biwêjan-2, Asmîn Ûyanik
Hevpeyvîn bi aşiqê zargotinê ra, Eşref Keydanî
Navên çûkan li Xendeka Botanê, Rênas Xendekî
Hotik, Xecê Bîşeng
Xaçepirsa folklorê, Oktay Altûn
Temîya bavê, Mihemed Selîm Bedirxan
Mihemedê xulam, Vîldan Sevîm
Qulingê Evdalê Zeynikê, Nîhat Oner
Peyvên kêmnas yên Pasûrê-3, Bahoz Baran
Danasîn û nirxandina pirtûka Kevneşopîyên kurdan, Evîndar Şevîn
Lîstikên zarokan li gundê Qazîyê-1, Yaşar Eroglû
Ferhengoka Agirîyê -1, Firat Keklîk
Peyvên rezvanîyê li Devera Kercewsê, Hejar Dilbirîn
Çar meselokên Xîya, Elîf Gunduz
Mêyof û mahi, Hikmet Yildiz
Du lîstik ji lîstikên kurdan, Nûredîn Vûral
Nav û taybetîyên hin cureyên gîyayî li Mêrdînê, Mem Mûkrîyanî
Qewlêrk ji Giteya Silopyayê, Xalid Celalî
Mîyanê şarî de nameyê nêweşîyan û weşkerdişê înan, Surya Human
Patîkên Cemîle Yaşê, Zeynep Yaş
Çarerkirina rûyên xirabker û neciwan li nik zarokî bi rêya bawerîya li Devera Behdînan da, Cemîl Şêlazî
(MB)
Çavkanî: Rênas Xendekî