Xwendekarên Kurd ên Parîsê, hejmara duyem a kovara KurdÎnalcoyê weşandine. Berga kovarê bi xêzeke sûretê Cegerxwîn ve hatiye xemilandin. Wênesazê kurd, Serdar Mutluyî ew wêne xêz kiriye.
Kovara KurdÎnalcoyê gellek nivîsên li ser zimên, wêje, zanist û tewer hînkereke Fransî jî dihewîne nav xwe. Di vê hejmarê de, lêkolînên li ser Kela Dimdimê, li ser Hecî Qadirê Koyiyî, wergerên wêjeyî, çîroka ‘’Parsek’’ a Guy Maupassant ji fransî û ji ingîlîzî jî helbesteke ‘’Choman Hardi’’ peyda bikin.
Bixwîne - Li Parîsê, kovara xwendekarên kurd: KurdÎnalco derketiye
Beşa yekê ya rêzenivîsekê di vê hejmarê de heye ku li ser ‘’Dîroka Bajêr’’ e. Xwendekarekî lîsansa kurdî, Christophe ku fransî ye çîrokek li ser gerra xwe ya Hewremanê bi soranî nivîsiye, ew jî di vê hejmarê de hatiye weşandin.
Di vê hejmara duyem de, hevpeyvîneke taybet bi Patrice Franceschi heye ku him nivîskarekî Fransî ye him jî aktîvîste û piştgiriyê dide Rojavayê .
Amadekarên kovarê, helwesta xwe weha diyar kirine; "Armanca me ew e ku xwendekarên kurd ên li Fransayê, ilm û zanîna xwe bi zimanê dayîka xwe, bigehînin gelê xwe û bi vî rengî çand û zimanê xwe biparêzin. Em dizanin ku di pêvajoya azadbûn û tunebûna gelan de, girîngiyeke mezin a zimanan heye û ji ber vê sedemê, şiyara me ev e ; '’Ziman Gelê Xwe Azad Dike'’."
Kovara KurdÎnalcoyê ji ser înternetê tê peyda kirin û ji bo hemû welatan tê şandin.
Internet : https://www.helloasso.com/associations/kurd-inalco/formulaires/2
Ji bo kesên ku rêya wan li Parîsê dikeve, kovar li van du navendan peyda dibe :
Komeleya Ahmet Kaya ya Parîsê : 16 rue d’enghien 75010
Instituya Kurdî ya Parîsê : 16 rue la fayette 75010
Ji bo têkiliyê : [email protected]
(FD)