Jimara 16an a Kovara Nûbihar Akademiyê derketiye. Kovarê bi vê hejmarê re sala xwe ya heştan temam kiriye.
Di jimara vê kovarê de neh gotar û belgenameyek hatiye weşandin. Ji gotaran pênc heb bi kurdî (çar bi kurdîya kurmancî, yek bi kurdîya soranî), du heb bi ingilîzî û du heb jî bi tirkî ne. Belgenameya navborî farisî ye.
Amadekarên kovarê biryar dane ku ji vir şûnde di her jimareke Nûbihar Akademîyê de, li dora temayeke xebatên kurdî û di bin navê “dosyaya jimarê” de komek gotarên tematîk bên amadekirin. Di her jimarekê de ev gotarên dosyayê û gotarên cihêreng bi hev re bên weşandin. Li gorî vê biryarê di jimara yekem a sala 2022ê de Nûbihar Akademîyê wê bi naveroka “Kurdên Yarsan” were çapkirin. Wê akademîsyen Shahab Valî vê dosyayê amade bike.
Nivîsên ku di vê hejmarê de hatine weşandin ev in: 1. Ayhan Tek “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke Beyta Sekeratê” 2. Hêmin O. Ahmed, “فەقێ قادری هەمەوەند لە بەڵگەنامەكانی قاجاریدا /Feqî Qadirî Hemewend le Belgenamekanî Qaçarî da” 3. Nesim Sönmez, “Di Kilamên Dengbêjîyê da Bûyera Mûsa Begê Mûşê û Gulîzarê” 4. Engin Korkmaz, “Siyaset Bilimi Bağlamında Sıtranların Etkisi: Nasturi ve Kürt Sıtranları Örneği” 5. Mehmet Rezan Ekinci, “Mîr-i Aşiretten Eşkıyalığa: Aşiret Hanedan Üyelerinin Makbulden Madunlaşma Sürecine Bakış 1800-1855” 6. Serhun Al, “Kurdish Self-Determination, Turkish Anxiety: The Making of the Republican Raison D'état” 7. Cihat Yılmaz, “Turkey’s Kurdish Question Revisited; Perspectives of Kurdish Political Parties Towards the Kurdish Issue” 8. Yusuf Baluken, “Ji Serdema Rêvebiriya Mîr Şerefê Rojkî Çend Dokûment” 9. Tahirhan Aydın “Tuhfetu’l-Khullan fi Zimani Kurdan” 10. Esmail Shams, “ایلی همه وند تکیه بر اسنادی منتشر نشده / Îlî Hemewend Tekye ber Esnadî Munteşir Neşode” |
Nûbihar Akademîya salê du caran diweşe û hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.
Malperên dîjîtal ên kovarê ev in:
https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar
(FD)