Jimara 15an kovara Nûbihar Akademîyê derketiye. Kovar 8 sal in ku weşana xwe didomîne û wê ji niha pê û de bi edîtoriyeke nû weşana xwe bidomîne.
Edîtorê kovarê Abdurrahman Adak li ser pêvajoya derketina Nûbihar Akademîyê ya ku heft sal li pey xwe hiştiye weha gotiye: “Kovara Nûbihar Akademîyê jî di encama vebûna beşên Kurdolojîyê yên li zanîngehên Tirkîyeyê bi mebesta piştgirîya akademîya Kurdî û bipêşxistina zanista Kurdolojîyê, bi hevkarîya weşanxaneya Nûbiharê û hin akademîsyenên Kurd di sala 2013an de wek kovara yekem a Kurdolojîyê ya li Tirkîyeyê dest bi weşana xwe kiribû. Em di wê bawerîyê de ne ku Nûbihar Akademîyê di heft salên xwe yên rabirdûyê de wek pêşengeke qada xwe di akademîya Kurdî de roleke erênî û girîng lîstîye.”
Adak, di dewamê de derheqê dahatûya kovarê û desteya nû ya edîtoroîyê de weha axifiye: “Nûbihar Akademî ji bo ku ji vir şûnde jî vê rola xwe ya erênî bi awayekî baştir bilîze û wek dezgeheke akademîk a serbixwe û bi perspektîfeke objektîf rêwîtîya xwe bidomîne xwedî îradeyeke tam e. Di vê çarçoveyê de em bi kêfxweşî radigihînin ku Nûbihar Akademî di sala xwe ya heştem de (2021) di desteya edîtorîyê de revîzyoneke bingehîn dike û dil dike ku hem nirxê weşana xwe ya akademîk bihêztir bike hem jî rola xwe ya navneteweyî baştir bilîze.”
Kovara ku di warên akademîk de cih dide nivîsan wê êdî derîyê xwe ji bo vekoler û akademîsyenên vekolînên xwe bi zimanên Farisî û Tirkî dikin jî veke.
Naveroka jimara 15an
Kovara Nûbihar Akademiyê di vê hejmarê de cih daye van nivîsan
Zülküf Ergunî, di gotara xwe ya bi navê “Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser wan bêjeyan sekiniye ku di vê sedsala dawîn de ji Soranî bo Kurmancî bi çewtî hatine wergirtin.
Shahab Waliyî, di gotara xwe ya bi navê “Pîr Şehriyarê Hewramî û Kelamên Wî di Baweriya Yarsanan de” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, bi rêya hin metnên nû, kesayetîya tarîxî, dînî û edebî ya Pîr Şehriyarê Hewramîyê ku nûnerekî girîng ê Kurdên Yarsan ê sedsala XIem e derxistiye holê.
Orhan Örsî, di gotara xwe ya bi navê “Milliyetçiliğin Osmanlı’daki Tezahürleri: Müslüman Halklar ile Hristiyan Halkların Milliyetçilikleri” de ku bi Tirkî hatîye nivîsîn, neteweperweriya gelên Xirîstiyan ên Osmanî û Kurd di serî de gelên Misilman ên Osmanî berawird kiriye.
M. Zana Karakî, di gotara xwe ya bi sernavê “Helbesteke Nûpeyda ya Feqîyê Teyran” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, helbesteke Feqiyê Teyran ya ku heta niha nedihat zanîn pêşkêş kiriye.
Mehmet Yonatî, nivîsara Rojhilatnasê Îngilîz G. R. Driver a bi navê “The Name Kurd and Its Philological Connexions” ku di çavkanîyên tarîxî de navên bi Kurdan re eleqedar tesbît dike wergerandiye Kurdîya Kurmancî.
M. Emin Purçakî jî di nivîsara xwe ya bi navê “Bi Nêrîna Rastgirên Tirk ên Radîkal li Tirkiyê Kurd” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser pirtûka akademîsyenê Zanîngeha Kilis 7 Aralıkê Bayram Koca nirxandinekê kiriye.
Nûbihar Akademîya ku salê du caran diweşe hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.
Malperên dîjîtal ên kovarê ev in:
https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar
(FD)