Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê bernameya alîkarîya aborîyê ya ji bo penaberên li Tirkyeyê daxuyanî daye..
Di daxuyanîyê de, hatîye eşkere kirin li ser Kizilaykarta ku di çarçoveya Alîkarîya Hevahengîya Civakî (SUY) ya ji aliyê Heyva Sor a Tirkû Bernameya Xwarinê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirên 600 milyon Euroyên din jî hatiye zêdekirin.
Zêdehiyek ji bo perwerde û tenduristîyê
Hweriha hatîye daxuyandin ku 63 milyon Euro jî ji bo perwerde û tenduristiyê hatîye şamdin û ev jî dibe 663 milyon Euro ku me ji bo penaberên Surîyeyî yên li Tirkiyeyê şandiye.
4,2 milyon euro
Hatiye daxuyandin ku ji fona Yekîtiya Ewropayê ya 6 miyar euroyî ji bo pişrtgiriya penaberên li Tirkiyeyê ji sala 2016ê ve 5,8 milyar euro hatiye şandin, di çarçoveya fonê de peyman li ser 4,2 milyar eoruyî hatîye danîn û het îro 2,6 milyar euro hatiye dayîn.
Bi saya SUYê ji bo kesên li Tirkiyeyê ku di bin parêzvanîya navneteweyî an jî parêzvanîya demkî de ne, ên li kampan najîn ji bo hewcedarîyên xwe çareser bikin alîkarî tên kirin.
Kesên hewce ne, bi saya Kizilaykartê serê kesê 120 lîra pere distînin Tê gotin alîkarîya pereyî didin penaberên xwedî kert in.
Pêvajoya fona penaberan
Yekîtiya Ewropayê, piştî Hevdîtina Tirkiye-YE ya 29ê mijdara 2015ê soza fona 3 milyar euroyî kiribû. Piştî hevdîtina 18ê adarê jî eşkere kiribûn ku dê YE milyar euroyên din jî bide.
Biryar hatibû dayîn ku divê ev fon ji bo tenduristî, perwerde, xwarin û tiştên din ên hewcedarî yên Sûriyeyîyên li Tirkiyeyê were bikaranîn.
Tirkiye dibêje ku alîkarîya aborî ya YE ji bo Sûriyeyîyên li Tirkiyeyê dide hindik e û fonên ku hatine eşkerekirin dereng tên şandin. (PT/GN/FD)
* Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye
Fotograf: AA/Arşîv