Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Wanê zarokên hatîn desteserkirin îşkence û miameleya xerab li wan hatî kirin hatine berdan. Di raporên dixtoran de jî diyar bûye ku îşkence li zarokan hatiye kirin. Li ser vê yekê baroya Wanê doz vekiriye.
Kelepçe, dijûn, pehîn
Endama Komîsyona Zarokan ya Baroya Wanê bersiva pirsên bianetê da.
Yazdeh zarok ji bo Asayişa Wanê hatine birin, îşkence li 3 zarokan hatiye kirin.
“Serokê Baroya Wanê û Serokê Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê bi zarokan re hev dîtine. Piştî hevdîtinê wêne hatine girtin û qeyda hevdîtinê hatiye nivîsîn. Serokê me di heman rojê de serî li dadgehê da û doz vekir.
"Ji xwe divîya zarok ji bo navenda polîsan nehatiyan birin"
Ateşê diyar kiriye ku
“Zarokên ji 18 saliyê mezintir li qereqolan(navendên polîsan) îfadeyê didin. Ji xwe divîya zarok ji bo qereqolê nehatiyan birin.
“15ê mehê hatibûn desteserkirin, dema desteserkirinê gelek hatiye dirêjkirin.”
Çi bûbû?
Li Wanê îşkence û pêkanînên nebaş li zarokan kirine ku 16ê Sibatê hatine desteserkirin û li Midûriyeta Zarokan a Emniyeta Wanê hatine girtin. Îşkenceya li ser zarokan hatiye raporkirin û Baroya Wanê ji bo vî tiştî giliyê failan li gel dozgeriyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya baroya Wanê, Serok û rêveberên Baroyê, serok û endamên Komisyona Mafên Mirovan û ya Mafên Zarokan a Baroyê bi hev re çûne li Midûriyeta Zarokan, zarok dîtine. Hatiye diyarkirin ku sê zarokên desteserkirî beriya radestî Midûriyeta Zarokan bê kirin rastî îşkenceyê hatine û ev tişt di raporên doktoran de jî hatiye nivîsandin.
Di daxuyaniya Baroya Wanê de wiha hatiye gotin:
“Hevdîtin li gel wan zarokan hatiye kirin ku gotine ew rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Çavdêrî li wî tiştî hatiye kirin ku zarok bi awayekî tirsnak birîndar bûne, rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Piştî zabitname hatine nivîsandin, ji bo lêpirsînê veke serî li Serdozgeriya Komarî ya Wanê hatiye dayîn.
(AO/MB)